Hediya HISÊN/Qamişlo
Ji bo şermezarkirina komploya 15ê Sibatê ya li dijî rêber Apo, 12ê Sibatê li parka giştî ya bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan pêşangehek li dar xistin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Destan Qamişlo derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji bo ku em jiyana rêbertiyê bi gelên cîhanê tevî bidin fêmkirin, me ev pêşangeh li dar xist. Wê pêşengeh du rojan dewam bike. Saeta vekirinê ji saet 11an heta 5an e. Herwiha ji bo pêşangehê bernameyek hatiye diyarkirin. Di pêşangehê de pirtûk hene, sînevizyon tên pêşkêşkirin û kesên bi rêbertiyê re mayîn wê ji beşdaran re bîranînên xwe vebêjin. Projeyên rêbertiyê yên ji zaroktî heta ciwantiyê bi 32 resman li parkê hatine belavkirin.”
Destan axaftina xwe wiha qedand: “15 Sibatê ti carî nayê jibîrkirin. Erê rêbertî ne li gel me ye û di nava çar dîwaran de yel lê fikir û felsefa wî azad in. Çalakiyên me dewam dikin û emê li ser piyan bin heta rêberê me azad bibe.”