Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi têkoşîna hevpar a gelên herêmê û cîhanê wê têk biçe.
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.
Di daxuyanî de wiha hat gotin;” Hêzên navneteweyî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi rêxistin kirin ku tû hêviyên azadîyê nemîne. Li dijî vê sîstemê, Rêber Apo bi milîtaniya herî mezin a dîrokê şer kir, bi berxwedana xwe hêvî, fikrê azad-îradeya azad-ruhê azad bi navê jinan û mirovahiyê mezin kir. Em vê sekna bi heybet a Rêber Apo silav dikin.“
KJK di daxuyanî ya xwe de dîyarkir ku şerî cîhanê yê siyemîn bi komploya nawnetevî ya 15 Sibatê despê kir û armanca devletên desthilatdar ew bû ku sîstema Rêber Apo ya ji bo azadîya tevahî jin û gelên bindest pêş xistî ji holê rakin. Dîsa vegot ku Komploya 15 Sibatê komploya li hember mafê jinên cîhanê bû û helwesta jinên cîhanê yên li hemberê komloya navnetewî wê komployê têk bibe û ev helweste berpisyarîya jîyana azad e û dîrokî ye.
KJK; “şerê cîhanê yê sîyemîn li ser deskeftîyên azadîya Kurda tê meşandin. Lewra Rêber ê gele Kurd bi vîn û tekoşîna xwe ya bê hempa, bi felsafa xwe sîstema li dij îdevletên desthilatdar ava kir. Li ser vê yekê dîlgirtina Rêber Apo bûye pisgirika geredûnê û tê zanîn ku çareserîya pisgirikên azadîyê tinê bi azadîya Rêber Apo re wê were çareserkirin. Hewra divî di serîda jin, gelê rojhilata nawîn û giştî gelê azadî xaz ji bo azadîya Rêber apo dakevin qada û ji faşîzmê re hesap bixwazin. Divê sedsala 21`în di şexsî Rêbertî de bibe sedsala jîyanek azad.