Hêzên Sûriya Demokratîk di navbera Sûriye û Iraqê de 2 berpirsên veguhêstina çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de, hêzên taybet yên girêdayî QSD`ê li gundewarê navçeya Şedadê operasyonek pêk anîn.
Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên taybet yên girêdayî QSD û Koalisyona Navneteweyî li dijî şaneyên DAIŞ’ê, operasyoneke hevbeş pêk anîn.
Navenda Ragihandinê diyar kir ku operasyon li herêma Til Manix ya gundewarê navçeya Şedadê pêk hatiye û di encamê de 2 berpirsên veghêstina çeteyên DAIŞ’ê di navbera Sûriye û Iraqê de hatine girtin.
QSD`ê 7’ê Sibatê, bi opersayonekê li gundewarê Hesekê qaçaxçiyekî ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê derdixistin, girtibû.