Cenazeyên 4 endamên Hêza Ewlekariya Hundir bi merasimekê li goristana Şehîdan ya li gundê Hikumiyê yê Reqa hatin veşartin.
Endamên Hêza Ewlekariya Hundir Elaa El-Îbrahîm, Amir El-Bedir, Reşîd El-Zahir û Eymen El-Mihemed 8’ê Sibatê di encama êrişeke komên terorîst de li bajarokê Kubiş yê Rojava yê li bakurê rojavayê bajarê Reqa şehîd bûbûn.
Di merasima li goristanê de ji rêveberên Hêza Ewlekariya Hundir Ensas Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza parastina ewlekariya herêmê da.
Hevserokê Meclisa Sîvîl ya Reqa Mihemed Nûr El-Zîb jî got, em îro şehîdên xwe dispêrin axê, şehîdên ji bo parastina vê xakê û belavkirina ewleyî û aramiyê tiştên herî giranbiha dayîn.”
El-Zîb soza şopandina xeta şehîdan da.
Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Hec Elî nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava durişman û tiliyên dayîkan de hatin veşartin.