Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, li Efrînê sûcên li dijî mirovan û xwezayê bênavber didomînin. Herwiha xwezaya Efrînê wêran dikin û darên zeytûnan dibirin.
Li gorî şêniyên herêmê yên resen çeteyên artêşa tirkî ya dagîrker di çend rojên dawî de gelek darên zeytûnan yên temenê wan zêdeyî 70 salî, dibirin.
Çavkaniyekê ji Efrînê da zanîn ku darên zeytûnan yên ji aliyê çeteyan ve hatîn birîn, yên welatiyê bi navê Mihemed Miherem yê ji gundê Keferşîlê yê girêdayî navenda kantona Efrînê ne û welatiyê bi navê Fayîq Mihemed yê ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ne.
Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê desteserkirina darên zeytûnan û kargehên zeytûnan bes nabînin, darên zeytûnan dişewitînin, dibirin û difiroşin. Li aliyekî din birîn û şewitandina mêwên tirî, darê zeytûn û hinaran û daristanê didomînin.
Dagîrkeriya ji dema dagîrkirina Efrînê ve mal û mile efrîniyan talan û wêran dikin. Ev hemû jî ji aliyê rêxistinên hiqûqî û mirovî ve hatine belgekirin.
Çavkanî: ANHA