Hediya HISÊN/Qamişlo
Ji bo piştgiriya berxwedana Garê, bi durişma “Em êrişa hovane ya dewleta tirkî ya faşîst şermezar dikin” Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo meşeke girsayî li dar xist.
Li bajarê Qamişlo 10 Sibatê seat 4. bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek hat lidarxistin. Meşê ji qada Osman Sebrî dest pê kir û heta qada şehîd Rûbar dewam kir.
Ciwanên bajarê Qamişlo, Kongreya Star, PYD û saziyên civaka sîvîl tevlî meşê bûn û banga piştgiriya berxwedana Garê kirin.
Di çalakiyê de endama Kongreya Star Jînda Qamişlo wiha axivî: “Berxwedana îro li çiyayê Garê dibe cihê serbilindiyê ye. Îro em derketine qadan û bersivê didin dewleta Tirkî ya faşîst ku gerîla ne tenê ne, em li pişta wan in. Em ne Kurdên berê ne. Îro em xwediyên hezeke mezinin û em dikarin parastina xwe bikin. Banga min ji Kurdên cîhanê re heye ku roj û şev li ser lingan bin û piştgiriya berxwedana Garê bikin.”
Endama Hêza Cewherî Wedha Wanikî jî wiha axivî: “Şerê li çiyayê Garê ne yê îro ye ev şerê 43 salan e. 43 sal in dewleta tirkî ya dagîrker bi tang û topên Nato li me dixe. Armanca wê şkandina gerîla ye, lê wê şkandina gerîla ji Erdoga û hevalbendên wî re xwenek be. Bi felsefeya rêber Apo emê bi ser bikevin. Em gelekî azadîxwaz in, ti kes nikare vîna me bişkîne. Herbijî gerîla, em hemû gerîla ne. Çawa ev dinya ji Sedam re nema wê ji Erdogan re jî nemîne.”