Darîn Silê/Qamişlo
Weke her devera bakur û rojhilatê Sûriyê, li gundê Jinwar yê bajarê Dirbêsiyê jî xwendin bizimanê erebî û kurdî ye. Li gund nêzî 20 xwendekarî hene.
PERWERDE BI ZIMANÊ EREBÎ Û KURDÎ YE
Li ser rewşa perwerdeyê mamoste Edulê Îbrahîm wiha axivî: “Ez ji gundê Berkevirê yê bajarê Dirbêsiyê me. Nêzî Salekê ye li gundê jinê mamostetiyê dikim. Di refa dudu û sisiyan de dersê didim. Xwendakar hem Kurd hem Ereb in. Sê ref li dibistanê hene, dudu ji bo xwendekarên Kurd, yek ji bo xwendekarên Ereb. Li gund dibistana seretayî tenê heye. Çimkî xwendekar tev yên seretayî ne.”
“EM ÇALAKIYAN JÎ DIKIN”
Edêlê Îbrahîm axftina xwe wiha qedand: “Ji bo dema pêş projeyên me ji bo berfirehkirina dibistanê hene. Li gund çar mamoste û nêzî 20 xwendekarî hene. Xwendekar hin ji gundên derdorê tên. Asta xwendekaran pir baş e û ji xwendina xwe hes dikin. Li dibistanê satên hunerî jî hene. Perwerde ji saet heştê sibehê heta yekê nîvro didome. Sê navber jî hene, her navberek 15 deqe ye. Di her demsalê de du ezmûn tên çêkirin. Hin caran em çalakiyan jî dikin.”