Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurd Vahît Aba li ser girîngiya axaftina bi Kurdî ya li qada cemaweriyê axivî û got, “Paşeroja me bi dewamiya zimanê Kurd ve girêdayî ye.”
Zext û zordariya li ser Kurdî dewam dikin, lê di heman demê de gelê Kurd jî ji bo pêşvebirina zimanê xwe û statuya wê ya li qada cemaweriyê, karê xwe zêde dike. Platforma Zimanê Kurd ku ji partî û saziyên Kurdan pêk tê, yek ji vî karî ye.
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’
Aba rexne kir ku hin Kurdan zimanê xwe ji bîr kirine û got, “Ziman di nava nasnameya neteweyan de xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê yekê dewlet ji bo vê têk bibe û tune bike bi sedan sal in asîmîlasyonê dike. Ji xwe polîtîkayên asîmîlasyonê jî ji bo Kurd û Kuridstanê polîtîkayên têkildarî biryarên siyasî ye.Platforma me ev rewş baş analîz kir û dît ku polîtîkayên asîmîlasyona siyasî ya li ser zimanê Kurdî ji bo tunekirina zimanê me ye. Em siyasetmedarên Kurdistanî jî ji bo pêşvebirina zimanê Kurd divê bibin mînak. Bi axaftina bi Kurdî, bi têkoşîna li dijî polîtîkaya qirker a li ser Kurdî em dikarin bibin mînak. Ji bo vê jî çi ji destê me tê divê em bikin”
Vahît Aba di davîya axiftina xwe de dîyar kir ku divê kurdî axiftin ji bo her kurdekî bibe zimanê sereke û teybet jî sîyasetmendar ên Kurd divê bibin mînaka vê.