Bi armanca domandina xwendina
Rêveberiya Xweser kampa Waşokanî Mijdara 2019`an li rojavayê bajarê Hesekê li bajarokê Tiwêna vekir. Ji ber ku dibistanan têra koçberan nedikir û vê bandoreke neyînî li perwerdeyêk dikir Rêveberiya Giştî ya Dibistanan ya Hesekê komîteyeke taybet ava kir da ku koçberan ji dibistanan derxin û wan li kampa Serê Kaniyê ya nû bi cih bikin.
3 meh in li kampa Serê Kaniyê amadekariya dibistanekê dihat kirin. Berpirsa kampê Nûra Oso got, dibistan hat vekirin, zêdetirî hezar xwendekarên qonaxa seretayî pêşwazî kirin.
Li gorî hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan ya Hesekê Azad Mehmûd, li kantona Hesekê jimara dibistanên aktîf hezar û 25 e. 8 hezar û 646 mamoste û li derdora 76 hezar û 906 xwendekarên qonaxên xwendinê hene.
Li dibistana li kampa Serê Kaniyê hatî vekirin 13 pol hene û zêdetirî 45 mamoste lê perwerdeyê didin.
Dema artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kirin, zêdetirî 68 hezar xwendekarî ji mafên xwendinê bêpar man.