Jiyan BOZO/Qamişlo
Li bakur û rojhilatê Sûrî krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Bi krîzê ve girêdayî bihayê pêdiviyan jî rojane girantir dibe. Hin kes hewl didin bi keda destê xwe bandors krîzê kêm bikin.
“DIVÊ MIROV HEFTEYÊ HERÎ KÊM DU CARAN MASIYAN BIXWE”
Masîfiroş Mihemed Remezan Ebas (45) yê ji gundê Girê Fêris yê Amûdê, têkîldarê mijarê wiha axivî: “Wek tê zanîn goştê masiyan ji bo mirovan pir bisûd e. Divê mirov hefteyê herî kêm du caran masiyan bixwe. Çimkî hêzê dide dil û mejiyê mirovan. Bi taybetî ji bo zarokan baş e. Hestî û enerijiya wan pir xurt dike. Herwiha ji bo parastina ji penceşêrê û nexweşiya şekir jî pir baş e. Masî her demê hene. Lê heyva Adarê tên qedexekirin. Çimkî di wê heyvê de hêkan dikin. Em jî ji bo parastin û pirkirina masiyên li herêma xwe wan nagirin. Ji çav û perên wan xuya dibe ka kevin in yan nû ne. Çimkî yên nû çavên wan li derve ne û perên wan jî hê sor in.”
“HÊVÎDAR IM SALÊN BÊN BIXÊR Û BIBERKET BIN”
Mihemed Remezan Ebas bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Ez ji girtin û firotina masiyan pir hes dikim. Ev 25 sal in masiyan difiroşim. Ji ber ku avên herêma me ne paqij in, ez masiyên xwe ji Minbicê tînim. Bi rastî masiyên wir pir xweş û paqij in. Danê êvarê ji avê derdixin û serê sibehê ji min re rêdikin. Ez kîloyê bi 3500 lîreyî didim. Gelê bajêr û gundên derdorê jî pir dixwezin. Çimkî ji goştê mirîşkan erzantir û xweştir e. Masiyên pir tên firotin Kerb û Zazan in. Çimkî her du jî pir xweş in û bêhestî ne. Ji ber ku erzan in, li herêma me yên pir tên firotin Siring in. Herwiha yên Mişt jî hene. Ez ji karê xwe pir hes dikim. Ji serê sibê heta êvarê vî karî dikim. Ez pir diwestim. Ji bo pêkanîna pêdiviyên zarokên xwe dikarim 24 saetan kar bikim. Hêvîdar im salên bên bixêr û biberket bin. Da em welatê xwe xweş bikin, aboriyê xurttir bikin û ji her kesî re bibin mînak.”