Lêzan EBDIKÊ/Qamişlo
Di demên dawî de li bakur û rojhilatê Sûriyê gelek kargeh vebûn. Herî dawî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser, li gundê Elî Fero yê gêrêdayî bajarê Qamişlo, bi navê “Kargeha Dêrikê” ya konserveyan vebû. Tê payên ku ev kargeh gelek pêdiviyên civakê pêk bîne.
HEM HILBERÎNA HERÊMÎ YE, HEM ERZANTIR E
Ji rêveberiya kargehê Semîr Ezam, li ser xebata kargehê ev agahî dan: “Bi vekirina kargehê re me dest bi çêkirina ava bajanan kir. Lê niha em rêçalê jî çêdikin. Di dema pêş de emê xwarinên konserveyan jî (yên weke hums, fûl û hwd.) çêkin. Meha Tebaxê amadekariya wan tê kirin, meha Çile jî em difiroşin. Ji ber ku meywe û zebzeyên lazim (mîna bajan, mişmiş û hwe.) havînê çêdibin em wan tomar dikin. Em ava bajanan li ser du beşan dikelînin. Havînê carekê nîvkelî dikin û dixin bermîlan. Zivistanê jî em careke din dikelînin. Me rêbaza çêkirina ava bajana ji Şamê anî. Rêbazeke gelekî saxlem e. Kadroyê çêkirina wê jî ji Şamê hatiye û 30 karker li ber destê wî ne. Di dema pêş de bi mezinbûna projeyê re ewê jimara karkeran jî pirtir bikin. Rojê ser 300 tabî (16 kîlo) re rêçal dernakeve, ava bacanan jî 500 tab e. Em bihayê berê erzantir difiroşin. Em kartonekê bi 9.5 dolarî didin welatiyan. Li Şamê bi 11 dolarî ye.”
KARGEHA DÊRIKÊ JI JINAN RE DERFETÊN KAR PEYDA DIKE
Karkera jin ya bi navê Sara Hisên Mistefa, li ser xebata xwe ya li vê kargehê wiha axivî: “Ez ji Dêrezorê me. Ev 7 sal in li Rojava dijîm. Bi vekirin vê kargehê re êdî dikarim ji malbata xwe re bibim alîkar. Karê me xweş e. Lewre em 19 jin bi hev re kar dikin û ti kes li ser serê me xwe nake rêveber û bi hişkayî bi me re danûstandinê nake. Her jinek ji derekê hatiye, lê em li vir weke malbatekê bi hev re kar dikin. Ji ber ku kargeh nû ava bûye hê mûçe (meaş) nehatiye diyarkirin. Dibe ku destpêkê kêm be. Bi hilberîna zêde re wê ewjî baştir bibe. Dema em saetên zêde jî kar dikin, pereyan zêde didin me.”