Leylan RESO/Qamişlo
Piştî êrişên dewleta tirkî yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, ser 300 hezar kesî re ji cih û warê wan hatin dûrxistin. Herwiha bi sedan birîndar bûn bi dehan jî xelkên sîvîl şehîd bûn.
“ARMANCA DEWLETA TIRKÎ YA DAGÎRKER QIRKIRINA KURDAN E”
Ji şêniyên gundê Helebiyê yê bajarê Serê Kaniyê Casim Îbrahîm, li ser êrişên dewleta tirkî wiha axivî: “Piştî çend salên aram dewleta tirkî ya faşîst êrişî bajarê me kir. Gelên li bakur û rojhilatê Sûriyê tev bi hev re û di aramiyê de bûn. Lê dewleta tirkî xwest vê aramî û demografiya herêmê xerab bike. Her kes dizane armanca wê rakirin û qirkirina nasnameya gelê kurd e. Me bawer nedikir hovîtiyeke wisa bike. 24 saetan li ser hev bajar topbaran kir. Pişt re jî çeteyên wê êriş kirin. Ji bo parastina zarokên xwe em derketin. Ku em derneketibûna wê keç û jinên me tev bibiran.”
Casim Îbrahîm axaftina xwe wiha domand: “Piştî wê êrişa giran me berê xwe da Hesekê. Li wir em du heyvan li mala dostê xwe man. Pişt re me berê xwe da Kampa Newroz û em li wir bi cih bûn. Jiyana li kampan zehmet e, bi teybetî zivistanê.”
“WÊ SERKEFTIN YA ME BE”
Casim Îbrahîm axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Digel ku êriş û komkujî li ber çavê dinyayê çêdibe, heta niha ti kes li hemberî vê zilmê derneketiye, bi taybetî rêxistinên ji mafên mirovan berpis. Bang û daxwaziya me ji cîhanê tevê re ew e ku li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin. Lewre em xwediyên vê xakê ne, bêguman wê serkeftin jî ya me be.”