Bi durûşma “Jin Giyanê Çandê Vejîn Dike” Desteya Çand û Hunerê ya bakur û rojhilatê Sûriyê, mîhrîcana şeşan ya wêje û hunera jin 1-2 Adara 2021`ê li navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe.
“ARMANCA JI MÎHRÎCANÊ PÊŞXISTIN Û ALÎKARIYA JINÊN XWEDÎ ZANIST E”
Rêvebera çandê ya bajarê Hesekê Efaf Hisnî ku yek ji endama komîta amadekare ya mîhrîcanê ye, ji me re wiha axivî: “Ev mîhrîcana şeşane ye ku wê bê li darxistin, her sal bi rengê jina azad û rewşenbîr em vê çalakiyê xwe li dar dixin. Jimerek mezin ji jinan hene ku dinivîsînin û berhemên wêjeyî çêdikin, lê cihê ku lê pêşkêş bikin tine ye. Lewra ev mîhrîcan ji bo wan derfete. Ev mîhrîcan her sal li ser asta Rojava tê darxistin, ji bo tevlîbûna jinên dervî welat, niha hewildanek me heye ku em bikin ser asta cîhanî.”
Efaf axaftina xwe wiha berdawam kir: “Jinên nivîskar yên bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha yên derve jî tevlî me dibin. Ya balkêş ew e ku Îsal ji her salê bêtir jin doza tevlîbûnê dikin. Jimarek ji jinên nivîskar û xwedî zanistin. Îsal tevlîbûn herî zêde ji Ewropa, Lubnan û Firensayê ye. Ev tê wateya ku jin êdî dixwaze di cîhanê de bê fêmkirin ku yê çand û hunera civakê diparêze, jin e.
Efaf Hisnî di dawîya axaftina xwe de ji jinan re serkeftin xwast û da zanîn ku divê jin her tim xwedî çand û hûnera civakê derkevin.
Şert û mercên tevlîbûnê mîhrîcanê ev in:
Divê temenê beşdar ne kêmî 18 salan be, berhemên beşdar pêwîste bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî bin, beşên pêşbirkê çîrok, helbest û gotarên wêjeyî ne, beşdar tenê dikarin bi berhemekê tevlî bibin, divê berhem li ser bernameya word`ê elektronîk werin amadekirin, divê berhemên kurdî bi ponta 12 û yên erebî û suryanî bi ponta 14 werin amadekirin, divê berhem li tu deran nehatibe weşandin û ji zimanekî din nehatibe wergerandin, berhemên gotar û çîrok ne zêdeyî 2000 gotinî be, helbest jî divê ne zêdeyî du rûpelan be. Jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê dijîn, herwiha yên li derve jî dikarin tevlî bibin. Divê ku beşdar berhem, kutejiyan, navnîşan û telîfona xwe bi rêya nomara û emaila li jêr heya 24/2/2021`ê bişînin. Emaêl [email protected]. Telîfon 0991046174 – 0938704577.
Herwiha wê di mîhrîcanê de pêşbirka karê destan û hunera şêwekariyê jî hebe.