Jiyan BOZO/Qamişlo
15ê Sibata 1999an di dîroka Kurdan de rojeke reş e. Mîna her carê dinya li ser serê wan bû yek. Bi koployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li peytexta Kenya Naîrobî radestî dewleta tirkî ya dagîrker kirin.
“EMÊ XEWNA GIRTIYÊ AZADIYÊ BIKIN RASTΔ
Mîna ku qeder be, her tim serokên Kurdan tên kuştin, darvekirin û wendakirin. Vê carê jî bi komployeke navneteweyî û hovîtiyeke mezin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin. Sala 1999an bi vê komployê hebûna gelê Kurd kirin hedef. Dîrokê careke din xwe dubare kir, lê vê carê xencera sîxuran û dostên sexte di dil de bû. Bi vê girtinê Kurd ber bi qirkirinê ve birin. Heqîqetq ku her kesî çavê xwe jê re girtiye ev e. Çima Rêber Apo girtin? Divê ev baş were analîzkirin. Çimkî Rêber Apo ji mirinê jiyanek nû afirand û Kurdên ji nedîtî ve dihatin dîtin ji xew rakirin. Ji ber wê di kesayeta wî de 50 milyon Kurd kirin hedefa xwe. Roja darvekirina Şêx Seîd (30ê Hizêranê) biryara darvekirinê li Rêber Apo hat birîn. Ji bo wê ev ne dubareya dîrokê ye, fermaneke bi ser Kurdan de hatiye. Dinya li wan kirin dojeh, roj li wan reş kirin û mîna gewdeyê bêserî hiştin. Lê vê carê xewn û xeyalên wan bi ser neketin. Çimkî Rêber Apo bi hezaran Ocalan gihandin. Digotin, wê Kurd bibin noka li kevir ketî û emê careke din li gorî berjewendiyên xwe wan bi kar bînin. Lê çirûskên di binê xweliyê de êdî dikeliyan. Li seranserê Kurdistan û cîhanê heval û dilsozên Rêber Apo bi agirê bedena xwe xelaka ji agir çêkirin. Vê xelekê di dilê hêzên komploger de tirseke mezin çêkir. Girêdan, hêrs û vînê ev gelê birçiyê azadiyê derxist asta herî jor. Di wê zindanê de ne Rêber Apo tenê girtî ye, mirovayî tev girtî ye. Bersiva herî mezin ji Îmralî hat û got, hûn nikarin min tine bikin, min bi fikir û felsefeya xwe hûn têk birin. Bi hêz û berxwedana xwe û gelê xwe me komploya we bêbandor kir.
Ev heqîqetek e, divê her kes bizane girêdana gel bi Rêber Apo ve girêdana goşt û neynokê ye. Ti hêz nikarin wan ji hev qut bikin. 22 sal in rûmeta gelê Kurd girtî ye. Ji 7 salî heta 70 salî em tev berpirsiyarên vê ne. Divê her kes ji xwe re bêje ez deyndarê vî serokî me, ji bo azadiya wî ya fîzîkî min çi kiriye? Bi taybetî em jin berpirsên sereke ne. Çimkî Rêber Apo 42 sal in ji bo jinan kar û xwebat dike. Xwedî derketina li keda wî û şkandina vê komployê erkê me ye. Dema em dibêjin “Dem Dema Şoreşê Ye, Teqez Emê Bi Ser Bikevin”, divê em bi hêza xwe ya zanistî ya me ji rêberê xwe girtî dakevin qaden. Çimkî dem ne dema rûniştina li malê ye. Di destê me de hêzeke mezin heye. Emê bi wê hêzê êriş û komployan bişkînin û xewna girtiyê azadiyê bikin rastî.