Bi nêzîkbûna salvegera 23. ya komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, berketên gel û civakê yên li dijî komployê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, bi dehan hiqûqnasên jin yên ji bajarê Reqa li pêşiya avayiya Dîwana Edaleta Civakî kom bûn û bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, şermezar kirin.
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rîhab Nefêi daxuyanî xwend û tê de wiha hat gotin:
“Bi navê hiqûqnasên jin yên bakur û rojhilatê Sûriyê em komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku 15`ê Sibata 1999`an pêk hat, bi dijwarî şermezar dikin. “
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan, qanûnên navneteweyî yên derbarê girtiyên siyasî de binpê dike.
Herwiha hat diyarkirin ku ji bo têkbirina komploya navneteweyî, riya yekane pêkanîna yekîtiya niştimanî, xurtkirina têkoşîna birêxistinkirî û yekîtiya gelê Kurd e. Herwiha parastina rêber Abdullah Ocalan, parastina nasname, çand, xak û dîrokê ye. Ji bo ku em komployê bi temamî têk bibin, divê gelên têkoşer li dijî komployê bisekinin û banga azadiya Ocalan bikin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên jinan û Meclisa Ewleyiyê ya NY jî dikin ku ji bo berdana rêber Ocalan yekser bikevin tevgerê û zorê bidin hikumeta Tirkiyê, da pêkanîna projeya neteweya demokratîk temam bibe.