Di serdana şandeya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) de ku ji hevserokên Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsiv û Bangîn Seydo pêk dihat, bi Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê re mûzakereyek hat imzekirin.
YRA li ser malpera xwe ya fermî mûzakere ku ji 5 xalan pêk tê, par ve kir û ev xal tê de hatin destnîşankirin.
“Di çarçoveya peydakirina rêbazên hevkarî û koordînasyona di navbera rojnamevan û nûçegihanên li seranserê Kurdistanê de, li Hewlêrê 30.01.2021`ê di navbera Yekîtiya Ragihandina Azad û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de civînek li dar ket û her du aliyan mûzakereyek imze kir. Xalên mûzakereyê ev in:
– Li gorî pîvan û exlaqê pîşeyê û li gorî peymana xebata çapemeniyê, divê dezgehên çapemeniyê zimanekî nerm bi kar bînin û bi vî awayî xizmeta berjewendiyên giştî û doza kurdistanî bikin.
– Bi lidarxistina kongreyan û tevlîbûna çalakiyên ragihandinê û werşeyên kar yên di navbera her du aliyan de, divê kar û xebatê bi hev re par ve bikin û veguhêstin çêbe. Têkildarî vê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan dide.
– Ji bo nîqaşa projeya “Federasyona Rojnamevanên Kurdistanê” divê platformeke vekirî were avakirin ku berî niha Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ji bo wê kar kiribû û divê bingehê projeya niştimanî ya ku sînorên siyasî derbas dike, da ku xizmeta rojnamevanên Kurdistanî yên li seranserê cîhanê bike.
– Yekîtiya Ragihanda Azad û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hevkariya xwe çêke û piştgiriya destekdayîna ji desteyên rojnamevaniyê yên navneteweyî re bike.
– Bi aliyên fermî yên li başûrê Kurdistanê re têkiliyan çêkin da ku rojnamevan bi hêsanî bi riya deriyê Sêmalka derbasî Rojava bibin û jê derkevin.
Çavkanî: ANHA