Derket holê ku beşek ji çeteyên “Leşkerên Roj” cihê xwe di êrişa dagîrkeriyê ya li Garê de girtin û bi dewleta tirkî re hevkariyê dikin.
Li gorî ANF’ê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecihî girtine, beşek ji çeteyên “Leşkerên Roj” cihê xwe di êrişa dagîrkeriyê ya Garê de girtiye û bi dewleta tirkî re tev digere.
Beşek ji çeteyên Roj yên berî niha diyar kiribûn ku armanca wan parastina Kurdisanê ye û li dijî PKK’ê şer nakin, erêkirine ku di êrişên dagîrkeriyê de cihê xwe bigirin.
Çavkaniyan da zanîn ku ji çeteyên “Leşkerên Roj” yên di nava xwe de bi nakok, beşên ku qebûl nakin tev li êrişa dagîrkeriyê ya dewleta tirkî ya li Garê bibin, ji erk tên girtin, li şûna wan çekdarên PDK’î tên bicihkirin.
Roja 10’ê Sibatê ku êrişa dagîrkeriyê dest pê kir, komek ji 6 kesan yên çeteyên “Leşkerên Rojê” li nuqteya Şermîn ya ketina bajarokê Bakirman yê Akrê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn.