Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Misirê bang li rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan û demokratên tevayiya gelên cîhanê kir ku beşdarî kampanya komkirina imzeyan ya ji bo azadiya rêber Ocalan bibin.
Komîteyê bi durişma “Azadiya Ocalan misogeriya biratiya gelan û aştiya herêmê ye” daxuyaniya kampanya weşand. Di daxuyaniyê de bang li rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan, demokratan kir ku beşdarî kampanya komkirina imzeyan ya ji bo azadiya Ocalan dest pê kirî, bibin.
Navnîşana kampnaya ev e: https://www.ehamalat.com/Ar/sign_petitions.aspx?pid=1124
Di daxuyaniya komîteyê de wiha hat gotin: “Em di Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan ya Misirê de, azadiya Ocalan diparêzin, Ocalan fikir û rêxistinkirina têkoşîna gelên herêmê li dijî dagîrkeriya tirkî pêşniyar dike. Kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya wî hatî destpêkirin pir girîng e, em jî desteka wê dikin. Ji ber ku azadiya Ocalan daxwaziya gelan e, em bang li parêzvanên mafên mirovan, demokrat, welatparêzên ku jiyana demokratîk, biratiya gelan li herêmên me diparêzin bi taybetî saziyên navneteweyî dikin ku ji bo azadiya Ocalan destekê bidin.”