KCK ê bang li her parçeyê kurdistanê û kurdên derveyê welat kir ku li hember dagirkerîya devleta Tirk bêdeng neminin û bi helwestekî zelal nerazebûna xwe nişan bidin.
Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa dagirker a li dijî qada Garê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin.
“Êrîşa li ser Garê ne tenê êrîşa li ser têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê ye, êrîşa li ser hebûna gelê Kurd, êrîşa li ser jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e.Heta ku êrîşa li ser her parçeyê Kurdistanê weke êrîşa li ser hemû Kurdan neyê dîtin û li gorî vê helwest neyê nîşandan, ne pêkan e ku hemû parçeyên Kurdistanê azad bibin û dibe ku destkeftî yên kurdan jî dest biçin.“
BÊY AGAHîYA PDK DEVGERA DAGIRKER NIKARE ÊRIŞA LI HEMBER GARÊ PÊK BÎNE
Qada Garê gelekî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û di nav Başûrê Kurdistanê de ye. Her dem li dijî Garê êrîşên hewayî dihate kirin. Cara pêşîn ji bejahiyê ve leşker şandine û dest bi tevgera dagirker kirine. Bêguman ji bo ku tevgereke dagirker li dijî Garê divê destûr û pişgirîya PDK’ê hebe. Roja ku wê êrîş pêk were, Mesrûr Barzanî ji dêvila ku wê li dijî dagirkeriyê rabe, gerîlayên azadîyê sûcdar dike û vê dagirkeriyê meşrû dike.
TEVGERA DAGIRKER DI SALVEGERA 22’EMÎN A KOMPLOYÊ DE PÊK HAT
Tevgera dagirker a li dijî Garê di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî de pêk hat û ev jî eşkere dike ku armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina Kurdan e. Li Rojava ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd bi dawî bikin, êrîşên dagirker dane destpêkirin. Gotina wan ‘Em ê şaşiya xwe ya li bakurê Iraqê li bakurê Sûriyeyê nekin’ diyar dike ku êrîşên li ser Rojava wisa dikin. Niha li qadên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê di şexsê gerîlayan de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan e û dixwazin federasyona Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin. Jixwe gelên Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd dibêjin ku ev êrîş ne li dijî PKK û gerîlayan e, tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.
GELÊ ME YÊ BAŞÛR DIVÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DAGIRKERAN TENG BIKE
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirkirinê yên weke dewleta Tirk, li dijî her êrîşa dagirker helwesta xwe ya welatparêz û şoreşger daniye holê. Me ji bîr nekiriye ku dema tevgera dagirkirinê ya 2008’an a li ser Zapê, li Amediyê, Derelok û Şeladizê gel bi helwesteke çawa rabûye. Bi vî rengî yek ji berxwedana herî birûmet a dîroka Kurdistanê daniye holê. Her wiha li dijî baregehên li Şeladizê helwesta gel weke bîrdariya rûmetê li dîrokê cihê xwe dîtiye. Ev helwest rênîşandêra çalakiyên îro yên li dijî dagirkeriyê ye. Bi vê çarçoweyê li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk a li ser Garê, di serî de Duhok û Akre, hemû bajar û bajarokên Kurdistanê divê rabin ser xwe, nîşan bidin ku Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê nikare were dagirkirin. Başûrê Kurdistanê divê li dagirkeran were tengkirin.
Dewleta Tirk a mêtingeriya qirker li her deverê êrîşê tîne ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û destketiyan. Bi êrîş û dagirkirinê hewl tê dayin ku di hevseng û statûya nû ya Rojhialta Navîn de Kurd nikaribin bi rengekî azad û demokratîk cih bigirin û bi vê dixwazin qira Kurdan bînin. Ev rastî divê hemû Kurdan li dijî dewleta Tirk a qirker rake ser piyan, êrîşan bide şikandin, hebûna Kurdan misoger bike û bike ku di sedsala 21’ê de her parçeyê Kurdistanê bibe xwedî jiyana azad û demokratîk.”