Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku di sala 23’yan ya têkoşînê de wê pergala işkence û tecrîda li Îmralî were hilweşandin û rê li pêşiya azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe.
Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Duran Kalkan ku tevlî bernameyeke Medya Haber TV bû, komploya navneteweyî ya 15`ê Sibatê nirxand. Nirxandin wiha ye:
“Têkoşîna herî mezin û wêrek, bi fedekarî, nirxên ku yên xwedîedalet, kûrfikir, dixwazin fêhm bikin, ku rastiya mirovayiyê, ya jiyana azad fêhm bikin, di vir de veşartî ye. Ev 22 sal in Rêber Apo li dijî komployê têdikoşe. Tevger û gelê me têdikoşe. Ev 22 sal in li dijî pergala işkence û tecrîda li Îmralî têdikoşin. Ev 22 sal ne hindik in. Pêvajoyeke dirêj û komplo di qonaxên taktîk yên stratejîk de derbas bû. Pêvajoyên têkoşînê yên cuda çêbûn. Plansaziyên komploger heta niha hatine pûçkirin.
Çi derkete holê? Emerîka û hêzên kompologer çi jî bikin bi ser neketin. Komplo nebirin serî. Êrişa 9’ê Cotmeha 1998’an ya li ser Rêber Apo, êrişa imhayê bû. Komplo plansaziyeke rojekê bû. Dixwestin Rêber Apo di nava rojekê de imha bikin. Hem jî bi rengê ku diyar nebe ka kê kiriye, li ezmanan. Pişt re bawer dikirin ku wê PKK tasfiye bibe têkoşîna azadiya Kurd nemîne, qirkirina Kurdan bi rehetî bidomînin, ji nakokî û şerê di vê pêvajoya qirkirinê de sûdê bigirin. Têkoşîna li dijî komployê ji vir dest pê kir. Pûçkirina komployê di roja pêşî de dest pê kir. Pêşî ji Şamê derxistin, birin Atîna, paytexta Yewnan, ji wir dîsa bibirana Deryaya Spî û lê bidana! Rêber Apo venegeriya. Bi vî rengî pêşî li imhayê girt. Pişt re dema çûyî Rûsya vê carê berê xwe dan Rûsyayê ka dikarin bistînin, ew jî nebû. Nêçîrek dane destpêkirin. Gelek pere dan Rûsya û ji wir derxistin, birin Romayê. Li Romayê her cure zext danîn, muxalefeta Îtalya jî di nav de, dewleta tirî jî sazkar kirin û her cure zext danîn. Hikûmeta Îtalayê nema karî li ber xwe bide, dawiyê derew, dek û dolap gerandin, soz dan Rêber Apo, dîsa şandin Moskowa û kirin ber kontrola CIA’yê. Li wir jî hinek soz dan. Dîsa ji wir birin Yewnan bi rêbazên komploger xwe li imhakirinê ceribandin. Dema Rêber Apo hewldanên wan pûç kirin vê carê jî soz dan û birin Kenya. Gotin cihê ku tu bixwazî emê te bibin, Yewnanistanê soz da, kemîn danîn û birin Îmralî, rewş ev qasî eşkere ye.
Ji bo imhakirinê çar mehan ketin pey. Dema nikarîn imha bikin xwestin idam bikin. Niha Rêber Apo gelek derdor iqna kirin ku komplo bi qasî Kurdan li ser Tirkiyê û Rojhilata Navî ye jî. Hesabê yên 15’ê Sibatê kirîn ev bû: TC wê di cih de dar ve bike, di rewşeke wiha de ku Rêber Apo nîne, digotin temenê PKK’ê herî pir 6 meh in. Mirov bala xwe bide çapameniyê, nirxandina gelek kesan wisa bû. 6 meh temen dan PKK’ê. Tebaxê wê PKK nemabûya, tine bibûya. Hesab ev bû. Niha 22 sal çûn.
Komplo çiqasî ne serkeftî bû? Komplo çiqasî hat pûçkirin? Hesabê wan çiqasî xira bûye derket holê. Weke roniya rojê eşkere ye. Rêber Apo bi nirxandin, helwesta xwe, ku rastiya datînê holê, komployê ronî dike, bi helwesta xwe ya li ser jiyana azad, demokratîk, bi xwîşk û biratî ev xira kir.
Helbet, tevgera me xafil bû. Piştî 15’ê Sibatê rastî dît. Xwedîderketina xurt û watedar ya li Rêber Apo geş bû. Gel û tevger bûn yek û idam pûç kirin.”