HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirkî ya dagîrker li qada Garê dest bi operasyoneke dagîrkirinê kiriye û şer dewam dike. Herwiha da zanîn ku Helîkopterên Kobra û Skorsky ji Başûrê Kurdistanê ve hatine qadê.
HPG’ê girêdayî operasyona dagîrkirinê ya doh bi şev li ser qada Garê dest pê kirî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
JI HEWAYÊ VE BOMBEBARANEKE GIRAN LI GARÊ KIRIN
“Artêşa Tirk 10’ê Sibatê saet di 03:00 de li herêma Garê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Ji saet 03:00ê şevê heta saet 06:00 ê ber destê sibehê, zeviyên gundê Gundê Gûzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê yên herêma Garê û Deşta Kafya, Deşta Nehlê bi balafirên keşfê û şer bi dehê caran hatin bombekirin.
Derdora gundê Çemrobotkê saet 04:30’an du caran, serê sibehê jî carekê bi balafirên şer hat bombekirin.
Helîkopterên Kobra jî di heman demê de derdora gundê Yekmal û Siyanê bombebaran kirin.
LEŞKER DANÎN GUNDÊ SIYANÊ, ŞER DIDOME
Li gel bombarana balafirên şer û helîkopterên Kobra, dagîrkeran li gundê Siyanê bi helîkopteran daketin. Li vir di navbera hêzên me û dagîrkeran de şer derket û şer hê jî dewam dike. Hêzên me li helîkpoterên Kobra û Skorsky xistin. Helîkopterên dagîrkeran pişt re ji herêmê çûn.
Dagîrkerên ku tevlî vê operasyona ji bo dagîrkirina Garê bûne, ne ji bakurê Kurdistanê ji başûrê Kurdistanê bi helîkopterên Kobra û Skorsky hatin herêmê.”
ÊRIŞÊN HEWAYÎ
HPG’ê li ser êrişên hewayî yên li herêmên din jî agahî da. Di vê derbarê de wiha hat gotin: “30’e Çile saet 12:10’an qada Aris Faris ya herêma Avaşîn bi balafirên şer hat bombebarankirin.
30`yê Çile saet 12:00 qada Cîlo ya Piçûk û Karker yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.
2`yê Sibatê di navbera 10:30-12:30’an de derdora gundê Şînê yê çiyayê Mamentiyê ya herêma Avaşîn bi balafirên şer hat bombebarankirin. Ji ber vê bombebaranê ziyan li bax û baxçeyên gundiyan bû.”
HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL LI GIRÊ MÊRGANIŞÊ ÇALAKÎ KIRIN
HPG’ê li ser çalakiya Hêzên Parastina Hewayî jî ev agahî da:
“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ 9’ê Sibatê saet 07:30’an li dijî dagîrkerên li ser girê Mêrganişê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi amûrên hewayî çalakiyeke bombeyî kirin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat.”