Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve bi balafir û helîkopteran bi dijwarî
çiyayê Garê bombebaran dike. Piştî wê artêşa Tirk bi helîkopteran leşeran danîn û şerek giran li herêmê diqewime.
Li gorî nûçeya ANF’ê li herêmên Prizê, Bergarê û Siyanê yên ser bi Garê ya ser bi Heremên Parastinê yên Medyayê, di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên dewleta Tirk a dagirker de, şerek giran diqewime.
Li gorî heman çavkaniyê piştî bombebarana li herêmê, artêşa Tirk bi helîkopteran leşkeran danîne herêmê û şerek giran di qewime.
Tê gotin hejmarek zêde leşker li qada Siyanê hatine danîn û li herêmê di navbera gerîla û dagirkeran de şerek giran destpêkiriye û hîn jî dewam dike.
Hêzên gerîla bersiv dan helîkopterên Kobra yên Gare bombe dikirin û li ser vê yekê helîkopter ji herêmê çûn.
(nr)