Darîn Silê/Qamişlo
Sisiyê Tebaxa 2014an çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrişî Şingalê kirin û li gundê Koço komkojiyek pêk anîn. Di komkujiyê de bi sedan Êzîdî kuştin û bi hezaran jî revandin. Wê demê çeteyan cenazeyên kesên kuştîn di gorên komî de veşartin. Piştî şeş salan, li gundê Koço di gorên komî de cenazeyên 407 Êzîdiyan hatin dîtin û nasnameyên wan diyar bûn.
Ji bo 104 qurbanên komkojiya gundê Koço, Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê û Mala Êzîdiyan ya Herêma Cizîrê 6ê vê mehê li gundê Xirbet Xezal yê bajarê Dirbêsiyê merasimek li dar xistin.
Di merasimê de endamên Tevgera Civaka Demokratîk, Êzîdiyên herêmê, rûspiyên eşîrên Êzîdiyan û endamên Partiya Yekîtiya Demokraîk, amade bûn.
GELO ŞÊNIYÊN GUNDÊ KOÇO ÇI SÛC KIRIBÛN?
Di merasimê de hevserokê Mala Êzîdiyan Farûq Tozo, wiha axivî: “Çeteyan bi awayekî hovane êrîşî gundê Koço kir û bi sedan gelê wê kuştin û piraniya jinan revandin. Di rizgarkirina gelê Şingalê de, şervanên YPG û YPJ`ê xwedîrolekî mezin in. Şingal ne tenê ye, tevgera azadiyê li piştê ye.
Derbarê mijarê de endamê rêverberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji malbatên şehîdên komkojiya Koço re sersaxî xwest û got, dewleta tirkî bi navê DAIŞ`ê û bi êrişên ser Şingalê, xwest dîroka gelê Kurd tine bike û îradeya wî bişkîne. Dewleta tirkî, Iraq û PDK li ser Şingalê planeke nû amade dikin û dixwazin gelê Êzîdî tine bikin.