Di nivîsên borî de me qala lêkeran kiribû. Îro emê li ser lêkera “çûn/herîn” biaxivin. Lêkera ‘çû(yî)n/herîn’ ê, yek jê lêkerên di Kurdî de herî zêde tê bikaranîne. Emê niha li gor deman vê lêkerê vekin. Lêkera çû(yî)n, carna li gor demê tê kişandin û vediguhere “herîn”ê. Bes hinek kes vê guhertinê baş nizanin û dema divê lêker ji “çûn”ê veguhere “herîn”ê naguherin. Ev yek bi awayekî eşkere di raweya fermanî de xwe dide xwiya kirin. Carna ‘çûn’ bi tenê, carna ‘herîn’ bi tenê û carna ji her dû bi hevre tên bikaranîn.Rader
Dema Niha: çûn/ Dema Borî: çûbûn
Dema Niha: ez diçim/derim(di herim)/tu diçî/d(ih)erî/ew diçe/dere; em/hûn/ew diçin/derinDema Borî ya Têdayî: ez çûm/tu çûyî/ew çû; em/hûn/ew çûn
Dema Borî ya Dîdar: ez çûme/tu çûyî/ew çûye/em hûn/ew çûne
Lêkera ‘çûn’ di van her dû deman de venaguhere ‘herîn’ê.Dema Bê: ez ê biçim/herim; tu yê biçî/herî; ew ê biçe/here; em/hûn/ew ê biçin/herinÇîrokiya Dema Niha: ez diçûm/tu diçûyî/ew diçû; em/hûn/ew diçûn
Çîrokiya Dema Borî ya Dûdar: ez çûbûm/tu çûbûyî/ew çûbû; em/hûn/ew çûbûn(çûn venaguhere herîn ê)
Raweya Fermanî: tu here/hûn herin (Di vê raweyê de mirov nikare bêje tu/hûn biçe)
Raweya DaxwazîDema Niha: ez biçim/herim; tu biçî/herî; ew biçe/here; em/hûn/ew biçin/herin
Dema Borî ya Dûdar: ez çûbîm/tu çûbî/ew çûbî; em/hûn/ew çûbîn
Çîrokiya Dema Niha: ez biçûma/tu biçûyayî/ew biçûya; em/hûn/ew biçûna
Çîrokiya Dema Borî ya Dûdar: ez çûbûma/tu çûbûyayî/ew çûbûya; em/hûn/ew çûbûna
Raweya MercîÇîrokiya Dema Bê: ez ê biçûma/tu yê biçûyayî/ew ê biçûya; em/hûn/ew ê biçûna
Çîrokiya Dema Borî ya Dûdar: ez ê çûbûma/tu yê çûbiyayî/ew ê çûbiya; em/hûn/ew ê çûbûna
Dema Pêşbê: ez ê çûbim/tu yê çûbî/ew ê çûbe; em/hûn/ew ê çûbin Neyînî Rader
Dema Niha: Neçûn/ Dema Borî: Neçûbûn
Raweya Daxwiyanî
Dema Niha: ez naçim/narim; tu naçî/narî; ew naçe/nare; em/hûn/ew naçin/narin
Dema Borî Ya Têdayî: ez neçûm/tu neçûyi/ew neçû; em/hûn/ew neçûnDema Borî Ya Dûdar: ez neçûme/tu neçûyi/ew neçûye; em/hûn/ew neçûneDema Bê: ez ê neçim/nerim; tu yê neçî/nerî; ew ê neçe/nere; em/hûn/ew ê neçin/nerin
Çîrokiya Dema Niha: ez nediçûm/tu nediçûyi/ew nediçû; em/hûn/ew nediçûnÇîrokiya Dema Borî ya Dûdar: ez neçûbûm/tu neçûbûyî/ew neçûbû; em/hûn/ew neçûbûnRaweya Fermanî: neçe/nere; neçin/nerin
Çêbiwar Dema Niha: Neçûyî/ Dema Borî: Neçûbûyî Raweya Daxwazî Dema Niha: ez neçim/nerim/tu neçî/nerî/ew neçe/nere; em/hûn/ew neçin/nerinDema Borî Ya Dûdar: ez neçûbim/tu neçûbî/ew neçûbe; em/hûn/ew neçûbinÇîrokiya Dema Niha: ez neçûma/tu neçûyayî/ew neçûya; em/hûn/ew neçûnaÇîrokiya Dema Borî Ya Dûdar: ez neçûbûma/tu neçûbûyayî/ew neçûbûya; em/hûn/ew neçûbûnaRaweya MercîÇîrokiya Dema Bê: ez ê neçûma/tu yê neçûyayî/ew ê neçûya; em/hûn/ew ê neçûnaÇîrokiya Dema Borî Ya Dûdar: ez ê neçûbûma/tu yê neçûbûyayî/ew ê neçûbûya; em/hûn/ew ê
neçûbûnaDema Pêşbê: ez ê neçûbim/tu yê neçûbî/ew ê neçûbe; em/hûn/ew ê neçûbin
Sîpan ŞÎNDA