Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NPG’ê gerîlayên Eyaleta Cîlo pîroz kir

22/06/2018
in NÛÇE
A A
NPG’ê gerîlayên Eyaleta Cîlo pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê, ji ber çalakiyên gerîla yên 18’ê Hezîranê yên li Colemêrgê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Di peyama nivîskî ya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de hate gotin, “Çalakiya ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de 18’ê Hezîranê li qada Kani Orê ya li ser rêya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî hate kirin û derbên giran li hêzên dagirker mêtinger hate xistin, çalakiyeke serketî ye.”
Fermandariyê wiha dewam kir: “Heman rojê li dijî yekîneya taybet a ji qereqola Gemanê ya li Çelê ji bo danîna kemînê derket, çalakiya sabotajê hate kirin û di qonaxa duyemîn a çalakiyê de bi ruhê fedayî yê Apocî û cesareteke bilind êrîş hate kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li hêzên dagirker hatin xistin û çalakiyeke serketî hate kirin.
Em fermandariya we û hemû fermandar û şervanên tevlî herdu çalakiyan bûne pîroz dikin û hêvîdarin ku her tim serketî bin. Di van çalakiyan de bi ku performanseke bilind û taktîkî ya dewlemend bêyî dayina windahiyan derbên giran li dijmin hatin xistin, em hemû hevrê û hêzên we yên eyaletê ku tevlî çalakiyê bûne silav dikin.
Ev çalakiyên we di heman demê de bûne derbek û li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ketine, ku her roj derdikeve ser dikê û bêyî li ber xwe bikeve derewan dike. Zîhniyeta nîjadperest-dagirker û faşîst ku tenê ji bo girtina dengan li Kurdistanê xwînê dirijîne, şer û berxwedana mezin mîna ku nîne nîşan dide û li meydanan bi gotina ‘pirsgirêka Kurd nîne, me ev pirsgirêk çareser kiriye’ rastiyan berevajî dike. Berxwedana gerîla rastiyan eşkere dike. Rastî ev e; berevajî îdîayên hêzên mêtinger û faşîst ku dibêjin ‘me qedand, tine kir’, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di dema herî serketî û nêzî azadiyê de ne.Bi gotina, ‘Me rêveberiya ku li Qendîlê di civînê de bûn ji holê rakir, ew têk bir, li filan cihî me derbên giran lê dan, paqij kir, ji hev belav dibin’ bêyî li ber xwe bikevin derewên herî mezin dikin û bi vî rengî hewl didin civakê bixapînin. Bi vê wesîleyê, em berxwedana lehengiyê ya gerîla ku bersivê dide zîhniyeta faşîst, silav dikin ji hemû gerîlayên Kurdistanê re serketinê dixwazin.”

Post Views: 57
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.