Ciwanên bakurê Sûriyê bi şîara ‘Serî Hilde’ ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê berê xwe dan deriyê Sêmalka. Ciwanan diyar kir ku wê bi rihê Avesta û Arînan li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan.
Ciwanên Bakurê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê di çarçoveya ‘Hemleya Duyemîn a Serî Hilde’ de ber bi deriyê Sêmalka ve diherikin. Li bendê ye ku hezar ciwan derbasî başûrê Kurdistanê bibin.
Ciwanên kantona Qamişlo jî berê xwe dan Dêrikê û wê ji wir jî bi ciwanên kantonên din re berê xwe bidin deriyê Sêmalka. Li Qamişlo 160 ciwan bi dirûşma ‘Serî Hilde’ û bi erbaneyan ber bi başûrê Kurdistanê ve ketin rê.
Ji ciwanan Barî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ferqê naxe nava kurdan û êrîşî tevahî kurdan dike û wiha got: “Bi taybet dixwazin ciwanên kurd ku hêza civakê ye, tune bikin. Ji bo vê jî em wek ciwan li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabûne ser pêyan. Wê ciwanên kurd bi rihê Arîn û Avestayan li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan. Em bang li ciwanên kurd bi taybet jî ciwanên başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan.”
Ciwanê bi navê Serdar jî dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û wiha axivî: “Em ê ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta tirk berê xwe bidin başûrê Kurdistanê. Em wek ciwanên kurd amede ne ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk çi bikeve ser milê me, em bikin.”