Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gel li dijî çeteyan daket qadan

22/06/2018
in ROJEV
A A
Gel li dijî çeteyan daket qadan
Share on FacebookShare on Twitter

Gelê Efrînê li dijî kiryarên hovane yên leşkerên Tirk û çeteyên wê bêzar buye. Çeteyên dewleta Tirk yên bi navê OSO’yê li Efrînê bijîşkek qetil kirin. Gelê Efrînê li hember vê yekê daketin qadan û bi duruşmeyên “em çeteyên qatil naxwazin” li dijî çeteyan nerazîbûna xwe anîn ziman.

Çeteyên dewelta Tirk yên bi navê OSO’yê li Efrînê bijîşkek qetil kirin. Şêniyên bajêr daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman. Çeteyan careke din jî êrîş kirin û jinekê jiyana xwe ji dest da.
Ji ber sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin gel dadikevin qadan. Çeteyên OSO’yê roja Çarşemê xwest bijîşkê bi navê Samî El Ferec ji mala wî derxîne. Bijîşkê ku ev tişt qebûl nekir, ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin. Ev înfaz di nava demeke kurt de li Efrînê hate bihîstin. Şêniyên Efrînê yên ku hatin ber mala bijîşk, nerazîbûn nîşanî çeteyan dan.
Şêniyên bajêr bi slogana ‘Em çeteyên qatil naxwazin’ cenazeyê bijîşk ji mala wî derxistin û dest bi meşê kirin. Çeteyan bi çekan êrîşî girseyê kirin, li vê derê jinekê jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn. Ligel ku êrîş hate kirin ku girseyê kolan neterikand û çete ji neçarî ji navenda bajêr dûr ketin.
Dewleta Tirk li herêmê tevî çeteyan şerekî sîstematîk dike. Tirkiyê di 20’ê Çileyê de dest bi êrîşên xwe kir. Di 18’ê Adarê de jî çete ketin nava bajêr. Ji dema ku êrîş hatine destpêkirin, bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sedan sivîl jî hatin revandin. Mal û milk û dikanên sivîlan hatin talankirin. Gelek cihên dîrokî hatin rûxandin, her roj nûçeyên êşkenceyê tên. Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRW’ê jî di demeke nêzik de raporek weşand û diyar kir ku komên ku Tirkiye piştgiriya wan dikin li Efrînê mal û milkên Kurdan talan dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.