Monday, May 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Babê bang li QSD`ê dike

22/06/2018
in ROJEV
A A
Gelê Babê bang li QSD`ê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Gelê Babê ku ji ber kiryarên komên çete yên girêdayê dewleta tirk bêzar bûne, bang li QSD’ê kirin û anîn ziman ku di navbêra komên çeteyan de pêvçûn derdikevin lê yê zirar dibîne niştecih bixwe ne. Welatiyan destnîşan kir ku rayedarên dewleta tirk ligel van tiştan dizane jî dengê xwe nakin ji bo niştecih banga mudaxelekirinê bikin.
Li gor nuçeya ku malpera navenda lekolinên stratejîk a kurdistanê ku derbaskiriye, gelê Babê ji ber kiryarên komên çete yên girêdayê dewleta tirk ên wekî revandin, dizî, talanî û îşkencekirin, bêzar bûne. Li ser vê yekê gelê Babê ji bo wan ji van kiryaran rizgar bikin bang li hêzên QSD’ê dikin.
Hat diyarkirin ku roj namîne komên çete yên di bin banê dewleta tirk de li Babê bicih bûne, li ser talanî, dizî û her wiha hakimiyeta qadê pêvçûn dernekeve. Hat destnîşankirin ku ji bilî van talanî, dizî, revandina mirovan û xwestina fidyeyê ji malbatan, niştecihên bajêr bêzar bûne. Hat ragihandin ku di navbêra komên çeteyan de pêvçûn derdikevin û sedema wê jî li ser xenîmeta talaniyê ye.
Ji niştecihên Babê yê bi nave Ehmed Osman, li ser mijarê de axivî û derbarê kiryarên çeteyan de agahiyên balkêş da. Osman, diyar kir ku di nava du mehên dawî de 9 caran pêvçûn di navbêra komên çeteyan de qewimine û wiha got: “Destpêkê kiryarên dizî, talanî, revandina mirovan û xwestina fidyeyê ya ji malbatan pêk tînin û piştre jî li ser van xenîmetên talaniyê li hev dikevin. Ev li hevketin dibe pêvçûn û sivîlan dikin qurbanî. Em dikarin bêjin ku tenê di nava du mehên dawî de 9 bûyer qewimîne û di encamê de jî 15 sivîl hatine qetilkirin. Ji van kesan 3 ji wan jinin û 4 jê jî zarok in. Çend roj berê di navbêra Ehrar El-Şerqiye û malbata Al Wakî de pêvçûn derketibû û di vê pêvçûnê de jî 4 kesên ji malbatê hatin kûştin. Sedema pêvçûnê jî li gorî em dizanin li ser revandin û kiryarê bêexleqî bû.”
Welatiyeke din yê bi navê Mihemed Esfûr jî, agahiyên ku Ehmed Osman piştrast kir û anî ziman ku gelê Babê ji kiryarên van çeteyan bêzar bûne.Esfûr, diyar kir ku haya rayedarên dewleta tirk ên di Babê de ji van kiryaran heye û heta hin caran ew teşwîq jî dikin. Esfûr, anî ziman ku, lê gelê Babê êdî baş dizane ku ev lîstikeke dewleta tirk bixwe ye.Esfûr, li ser vê yekê bang li şervanên QSD’ê kir û wiha got: “Em baş dizanin ku şervanên QSD’ê zarokên vî welatî ne, dizî, talanî, îşkence û kiryarên bêexleqî li cem wan tuneye. Ji bo vê jî hemû niştecihên Babê heremên ku QSD’ê rizgar kiriye çewa radestê niştecihên wê bajarî kiriye, em jî dixwazin ku bajarê qedîm Babê ji van çeteyên hov rizgar bike û radestê gelê Babê bike.”

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.