Di sedsala 21’an de, çîna serdest ji bo parastin û zeftkirina desthilatdariyê, li ser civakê, bi metodên ‘zext û zeft’ ê hakimiyeta xwe berdewam dike.
Yekemîn ‘Ol’ ango ‘Dîn’, duyemîn jî ‘Demokrasî’, ango ‘Demogojî’ ye!
Herî zêde, civakên ku bi bawermendiya xwe misilman in, bi navê ‘Ol û Dîn’ê çîna desthiladar û hişmendiya hukumdar, ji bo hukumdariya xwe bi kar tînin. Nexasim bêjeyên ‘Ol’ û ‘Demokrasî’ê gelekî bikar tînin. Di vê derbarê de, meriv dikare bêje ku hemû dewletên misilman, lê bi teybetî pergalên li rojhelata navîn, her weha, serkêşiya vê şêwaza xapînok û sexte li ser civakê dewleta tirk û bi teybetî jî xeta Erdoğan dike!…
Gelo ev metod çi ne, çawa pêşkêşî civakê dikin, rastiyan çawa berûvajî dikin, civakê çawa dixapînin, însana çawa ji xeta mirovahiyê derbeder dikin?
Dizanim mijareke gelekî kûr û fireh e, lê bi kurtî ka em ji Ol û Oldariyê de destpêbikin. Yezdanê dilovan dibêje: ‘îne dîne lahî lîl lah. Feleyse lil îbadî île îttaa’ ango, dîn ê xweda ye, tenê di navbera mirov û xweda de, bi bawer be!… Dîsa, yezdanê dilovan gotiye û di gelek hedîsên pêxember de hatiye piştrastkirin.’Îne xeleqnakum şiuben we qabail li taaruf, fele ferqun arabiyin elle alajamî, we abyadin elle el eswed…. ile bi taqwa..’ ango, ‘me hûn jî wekî gelan û qebîleyan xuliqandine, bo yezdanê mezin cudahiya yê ereb ji yê ecem yê çerm sipî ji ê reş û sor nîne, cudahî tenê di asta baweriyê de ye!
Li welatê me, ku nîrê zulma dagirkerî bê hed û hudud e, li cîhanê dagirkeriyek wisa dijwar tune ye. Dagirkeriyeke ku hemû pîvan û zagonên gerdûnî û xwezayî berovajî dike û bin pê dike; qirkirin, talankirin, îmhakirin, înkarkirinê û hwd dike.Ji peymana Lozanê vir ve, li dewleta Tirkiye, Îran, Iraqa Sedam û Sûriyeyê binihêrin, metoda ku civakê pê ‘terbiye’ dikin ‘Ol’ e!..
Mîna ku misilmantî û oldariya gelê kurd hîn nekemiliye, çi sextekariyên bi navê ‘Ol’ û oldariyê hene, mîna ku rast bin, dixwazin bi kurdan bidin pejirandin.
Lê belê, esasên ku di hemû olan de hene, di bin navê ‘em hemu bira ne’ her tim hewildane ku bi civakê bidin jibîrkirin. Ger em bira ne, gelo kîjan dînê Yezdan dibêje ku ziman, çand, huner, wêje û dîroka birayê xwe yê misilman qedexe û înkar bike?Gelo ev çi dîndarî ye, ku tenê di 16 salên dawiyê de, bi sedan zarokên kurdan hatine kuştin û bi sedan jî di zindanan de îşkence, zulm û zor û tecaviz li ser wan pêk anîye?
Heman tişt ji bo rejîma Îranê ku xwe wekî dewleta îslamî ya resen dinasîne jî derbasdar e. Sedam heman tiştî kir; di destekî wî de Qur’ana pîroz, di destê din de jî çekên kîmyewî û Enfal…
Ev pergalên dagirker ên hov, dixwazin gelê kurd û hemû pêkhateyên din jî tune bikin. Berî her tiştî, neyarên xweda û Yezdanê dilovan in! Jiber ku neyartiya dayîna xweda û xwezayê dikin!
Duyemîn jî, maskeya ‘Demokrasî’yê ye. Hişmendiya van dewletan bo Demokrasiyê, rê û rêbaza zeftkirin û mayîndekirina desthilatdarîyê ye.
Bi şev û roj gotina demokrasiyê ji devê wan dernakeve, lê bi navê demkrasiyê gelan qir dikin, tune û înkar dikin! Bi dehhezaran siyasetmedar û xebatkarên demokrasîxwaz û aştîxwaz di zindanan de ne. Ala faşîzmê li her qadê, bi gef û tehdîdan, li ser civakê ferz dikin û ji vê re jî dibêjin ‘demokrasî’!
Xeta erdoğan û AKP-MHP’ê xeta neyartî û dijmintiya gelan e. Di van çar/ pênc rojên ji helbijartinê re mane de, meriv dikare ‘qedera reş’ a li ser me hatiye ferzkirin, veguhêze qedera rojên bê zordarî, zext, zindan, girtin û kuştin! Rojên ku êdî şer û pevçûn, êrîş û çavsorî nebin; rojên ku em hilweşandina Sur, Cizîr û Efrînê, veguhêzin qadên aşitî û biratiya gelan… Hûn dikarin vê rewşê veguhêzin; Hûn Dikarin, Hûn Dikarin!
Bi hêviya serkeftina Demîrtaş û HDP’ê.
Xelîl XEMGÎN