Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirsa çuyinê bi wan girt!

21/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tirsa çuyinê bi wan girt!
Share on FacebookShare on Twitter

Ditirsin, dê biçin.

Êdî dem dema hesabê ye. Wext hat. Yên ku heya niha li ser gel zilmê dikin, ketin ber bextê gel. Gel xwedî wicdan û merhamet e. Lê belê heqnase jî. Mêzîna gel mêzîna rastiyê ye. Bi taybetî gelê kurd di her warê de riya heq û heqîtê  dişopine.

Dibe ku hin minafik, xwêrnexwaz, menfatparêz dixwazin serê gel tevlihev bikin, bi hişmendiya gel bilizîn, tovê bindestiya hezar salan di nav kurdan de mayînde bikin. Ew derdor ji bo kurdan kurmê darê ne. Lê belê gelê kurd li gel van kurm û kêzikan wekî dara azadiyê şîn dibe, bilind dibe, bi heybet Rojhilata Navîn dixemilîne. Ev geşedan bawerî dide miletê kurd û dostên wî, tirşe dixe dilê neyarê kurdan.

Hemû neyarên kurd ditirsin. Emrên van serdestan di nav tirsê de derbas dibe. Seddam Huseyin ku di şevek de herî kêm 5 hezar kurd kuşt di nav tirsê de jiyana xwe ji dest da. Esad ku nasnameya kurd qebûl nedikir di nav tirsê de dijî.

Tirsa herî mezin para AKP’ê ket. Wekî nexweşek di nav sekaretê de ji kurdan ditirsin. Ne ji ber ku kurd neteweyek zordar û tirsê di afirîn in. Bi rastî ew ji encamên zilma xwe ditirsin û dizanin ku dê bi vê zilmê temenê xwe bidawî bikin. Çiqas zilmê, serdestiyê, êrişan mezin dikin tirsa wan jî mezin dibe. Dizanin ku dê hesabê vê zilm û zordariya wan namîne ji mehşerê re. Dê hesab dayina wan bi vê hilbijartinê destpê bike û pişt re jî heya dawî bidome.

Derûniya tirsê di heman demê de êrişkariye, gefxwarin e. Çiqas ditirsin ewqas gefxwarinan mezin dikin. Wezîrekî wan gelê kurd tehdit dike û dibêje ev kirinên me yê heya niha fragman e, we hîn filmê temaşe nekeriye. Beriya niha gelek caran sonda bi dawîkirina tevgera kurd da. Gelê kurd hemû film û firildaqên wan dizane, hay ji hemû senaryoyên wan yên erzan heye. Ev tirsa di dilê wan de bese. Li ber çuyînê ne û ji me çêtir wê rastiyê dizanin.

Her wiha ji niha ve encamên hilbijartinan diyar e. Gelê kurd bi serketiye. Dirokê biryara xwe daye û dê Tirkiye bi gelê kurd rizgar bibe. Hilbijartin di vê warê de qonaxek girîng e. Niha dixwazin bi diziyê pêşiya vê yeke bigrin lê dê bi ser nekevin. Dê gele kurd sindoq bi sindoq li iradeya xwe xwedî derkeve. Heya ku encamên hilbijartinê neyên misogerkirin dê gelê kurd venekişe malen xwe.

Dixwazin vê iradeye di bin bendavê de bihêlin. Bi vê yeke dixwazin zordarî û êrişkariya xwe ya li ser civakê rewa bikin. Lê bendav jî êdî tenê meseleya me nîne meseleya hemû Tirkiyeyê ye. Ya ku dixwazin di bin bendavê de bihêlin pêşeroja Tirkiyeyê ye. Raya giştî ya Tirkiyeyê jî vê rastiyê dizane. Bendav îro li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê astengiyek mezin e û dê hilweşandin.

Di 25’ê Hezîranê de emê dilana azadiyê bigrin. Emê cejna rizgariyê pîroz bikin. Karê me naqede û ji bo avakirina jiyanekî alternatif û azad ji nû ve destpê dike.

Em bi xwedîlederketina gele xwe serbilind in. Kêfxweş û serfiraz in. Li ser vê axê em ne mêvanin, em malîvan in. Mizginiya me ji bo gelê me ewe ku emê mala xwe û jiyana xwe azad bikin. Ji îro pêde gelê kurd ji bilî azadiyê azadiyê û jiyanek bi rûmet tû tiştê qebûl nake. Ev biryardayin, ev serkeftin, serbilindî, rûmet li me hemûyan pîroz be.

Tayîp TEMEL

Post Views: 61
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.