Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ciwan li dijî dagirkeriyê li Qendîlê ne

19/06/2018
in NÛÇE
A A
Ciwan li dijî dagirkeriyê li Qendîlê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên di nava wan de komek ciwanên enternasyonalîst ên Fransî jî heyî, serdana çalakgerên mertalên zindî yên li Qendîlê kirin. Ciwanan daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê.

Ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên di nava wan de komek ciwanên enternasyonalîst ên Fransî jî heyî, serdana çalakgerên mertalên zindî yên li Qendîlê kirin. Çalakgeran diyar kirin ku wê berxwedana Başûrê Kurdistanê û Qendîlê bikevin dîrokê.
Çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê di roja 10’emîn de didome. Ji herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ciwan û gel diçin serdana çalakgerên mertalên zindî û serdanên wan didomin.
Piştî gelê Ranya, Qeladizê, welatiyên Rojava, siyasetmedar, pêşmergeyên Dêrîn, hunermedan û Meclîsa Bakur, ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên di nava wan de komek ciwanên Fransî yên enternasyonalîst jî heyî serdana çalakgerên mertalên zindî yên li Qendîlê kirin.
Ciwanan daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo rê nedin dagirkeriyê li Qendîlê ne.
Li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Sîpan Raperîn axivî û diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin û dixwazin her çar parçeyên Kurdistanê dagir bikin, ji ber wê li Qendîlê ne.
Raperîn wiha got; “Weke ciwanên Başûrê Kurdistanê, heya gefa dagirkeriyê li ser Qendîlê hebe, em jî wê li Qendîlê bîn. Em ê xaka xwe ji dagirkeran re bernedîn. Îro li vir wê gel û gerîla bi hev re berxwedanê bigihîn serketinê.”
Koma ciwanên enternasyonalîst ên Fransî yên ji bo piştgiriya çalakgerên mertalên zindî çûne Qendîlê jî daxuyanî dan. Elîsa Îcha û Matthîs diyar kirin ku li ser navê komên enternasyonalîst ên li welatê wan hatine Başûrê Kurdistanê û Qendîlê û wiha gotin; “Ji bo şermezarkirina rejîma Erdogan a faşîst û li dijî şer derketinê em hatin Qendîlê. Divê hemû kesên xwedî wijdan li dijî şer derkevin. Li kûderê dibe bila bibe, divê piştgiriyê bidin têkoşîna rizgariya gelê Kurd.”
Jinên ciwan ên ji Rojhilatê Kurdistanê û Qendîlê jî daxuyanî dan û banga xwedî derketina li berxwedana Qendîlê kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.