Raportorên Taybet ên Înfaza Bêdaraz a Neteweyên Yekbûyî, têkildarî biryara Rejîma Îranê ya derbarê siyasetmedarê kurd Ramîn Huseyîn Panahî de Îran hişyar kir û xwest bi lezgîn biryarê rawestînin.
Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî Agnes Callamard, Raportorê Taybet ê Mafê Tenduristiyê Dainius Puras, Raroptorê Taybet ê li dijî Îşkenceyê Nils Melzer, têkildarî biryara Rejîma Îranê ya der barê siyasetmedarê kurd Ramîn Huseyîn Panahî de Îran hişyar kir û xwest bi lezgîn biryarê rawestînin. Raportorên Taybet ên NY’ê ji Îranê xwest ku siyasetmedarê kurd Ramin Hossein Panahi bi lezgîn biryara darvekirinê rawestînin û biryarê betal bikin.
Raportoran diyar kirin ku Panahî bi awayekî adîl nehatiye darizandin û mafê wî yê tenduristî û tibbî hatiye asteng kirin. Raportoran da zanîn ku dîsa li girtîgehê rastî îşkenceyê hatiye. Raportoran da zanin ku sucdariya der barê Panahî ne li gorî standartên navneteweyî ne û gotin: “Ji ber ku Îran guh nade hişyariyan ku biryara darvekirine betal bike û dixwaze biryarê pêk bîne der barê biryara têkildarî Panahi de em bi fikar û xemgîn in.”
Endamê KOMALA Penahi, di çileya 2018’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hatiye.