Ciwanên Azad li bajarê Gavle yê Swêdê, ji bo boykotkirina Tirkiyê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.
Ciwanên Kurd konê xwe yê çalakiyê li meydana Storatorgetê vedan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê pê ve kirin. Ciwanan li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkirina Efrînê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê belavok belav kirin.
Ciwanên Azad dewleta Tirk ji ber dagirkirina Efrînê protesto kirin û bang li Swêdiyan û hemû koçberan kirin ku Tirkiyê boykot bikin û malên Tirk nekirin.
Ciwanên Azad xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û were berdan.