Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di êrîşekê de 52 alîgirên rejîmê hatin kuştin

19/06/2018
in NÛÇE
A A
Di êrîşekê de 52 alîgirên  rejîmê hatin kuştin

Smoke rises at the positions of the Islamic State militants after an air strike by the coalition forces at the frontline in Raqqa, Syria October 5, 2017. REUTERS/Erik De Castro

Share on FacebookShare on Twitter

Li gorî bîlançoya dawî, li herêma Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûriyê di êrîşa hewayî de herî kêm 52 çekdarên alîgirê rejîmê mirine ku piraniya wan biyanî ne.
Êrîş şeva Yekşem-Duşemê li herêma El Harî ya li nêzî sînorê Iraqê li dijî şervanên alîgirê rejîma Sûriyeyê hate kirin. Bîlançoya êrîşê giran dibe.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê herî kêm 52 kes mirine ku 30 jê Iraqî, 16 jî Sûriyeyî ne. Hate gotin, di nava van de leşker û milîsên Sûriyeyî jî hene.
Beriya niha hatibû ragihandin ku 38 kes mirine. Saziya Çavdêriyê diyar kir ku wan tespît nekirine bê êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye kirin û ragihand, birîndar rakirin nexweşxaneyên li Bûkemalê û Iraqê.
Rayedarekî leşkerî yê li Dêra Zorê ji AFP’ê re got, balafirên şer êrîş birine ser çeperên hevpar ên Iraq-Sûriyeyê yên li El Harî.
Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ji êrîşê koalîsyona navneteweyî berpirsyar dît. Rayedarekî koalîsyonê jî diyar kir ku ne balafirên Amerîkî ne jî yên koalîsyon êrîş nekirine.
Heman çavkanî da xuyakirin ku haya wan jê çêbûne ku di êrîşê de ya dijî hêza milîs a Şîa ya Iraqê ku Îran destekê dide wan, gelek şervanên Katibe Hîzbûllah mirine.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyê SANA îdîa kir ku êrîş ji aliyê hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA de hatiye kirin.

KOALÎSYONÊ ÎDIA
RED KIR
Koalîsyona navneteweyî ku DYA pêşengiyê jê re dike, îdîaya li ser êrîşa li herêma Dêra Zorê ya li dijî hêzên rejîma Sûriyê red kir.
Rayedarekî koalîsyonê ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li herêma hatiye gotin, êrîşeke hêzên Amerîkî ya jî koalîsyonê nebûye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.