Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bila herin Kurdistana xwe

19/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Buyîna pepûleya wî aliyê okyanûsan
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta tirk bîryar girtiye ku Başûrê welatê me dagir bike. Ji bona wê jî her roj bi şêwekê din erîşên bi hovana dibe ser axa welatê me. Dewleta tirk bi rejîma xwe ya faşizan û ferasata dagirker, dixwaze qaşo axên ku dema xwe de Osmanî bi darê zorê zept kirîbûn carek din zept bike, ango bixe dest xwe. Ji bona wê jî gelek caran qala axa Osmaniyan a 22 mîlyon kîlometre çargoşe dikin. Caran qala axa Mîsakî Mîlî ya derdora 3 mîlyon kilometre çargoşe dikin. Dema qala axa 3 mîlyon kilometre çargoşa dikin, bêguman qala dagirkirina Heleb, Mûsil, Kerkûk û Silêmanî dikin. Lê heman demê qala Batuma Gurcistanê û Selanîka Yunanistanê jî dikin.
Bi kurtahî, dewleta tirk a bi hişmendiya xwe ya faşîzma kesk-spî-reş çavên xwe carek din berdaye hemû Kurdistanê. Li gorî dewleta dagirker, hebûna wan di tunekirina Kurdan de derbas dibe. Ji bona wê pêwîste ku hemû destkeftiyên Kurdan-li ku derê dibe bila bibin- werin tepisandin û ji dest Kurdan werin girtin. Destur ew e! Em hîç dûr neçin û 16’ê cotmeha 2017 bimeyzînin. Çawa di rojekê de ewqasî destkeftiyên Kurdan ji dest Kurdan girtin. Yên ku ji vê kerasetê rê vekirin bê teredut dewleta tirk ango rejîma MHP-AKP bûn. Dîsa erîşên hovane li ser Efrîn hê bi berçavin. Him erîşên hovane birin ser Efrînê him jî çeteyên wek DAÎŞ, El Nusra û yên din anîn Efrînê û Kurdên ku li wê derê dijîn derdixin. Her kes dibîne ku hê jî dixwazin çeteyan li Efrîn bi cih bikin. Em hîç qala erîşên ewqasî faşizan li ser axa Bakûrê Welatê me û gelê me yê ku li wê derê dijî, nekin. Niha jî dewleta tirk a dagirker û faşîzan erîşên xwe vekirî tîne ser Başûrê Welatê me. Dixwazi Başûrê welatê me dagirker bikin. Li gorî Plansaziya Mîsakî Mîlî hewldidin heta Kerkûk û Silêmanî jî biçin. Niha, tam di rewşek wiha de bi xemgîniyek gelek mezin em dişopînin ku hinek Kurd-çiqasî û çendî Kurdan em hewaleyê dîrokê û hewalê wijdanê gelê me dikin-heman wek hişmendiya dewleta tirk a faşizan difikrin û heman wek wan jî diaxivin û dibêjin: “Me Kurdistana xwe rizgar kiriye bila gerîla herin Kurdistana xwe û li Kurdistana xwe şer bikin.” Erê yên ku wiha bi zimanê dewletên dagirker diaxivin û wiha difikrin çendî û çiqasî Kurdan bila dîrok bîryar bide. Lê em dizanin yên ku dibêjin Kurdistan tuneye, dewletên dagirkerin. Yên ku Kurdistan perçe kirine, ew in. Û her wiha yên ku hişmendiya perçegerî pêşxistine jî, ew in. Ma pir dûre ku em bêjin yên ku wek dewletên dagirker difikirin û diaxivin heman tirşikçiyên wan in. Lê rastiyake din jî heye, gerîla ne hêza perçegeriye. Gerîla xwe wek parêzvanê hemû Kurdistanê dibîne, gerîla ji bo hemû Kurdistanê jî derketine çiyan. Û ji bo vê rastiyê jî, heta niha bi hezaran gerîla canê xwe ji bo axa nîştîman jî feda kirin e. Lê rastiyek din jî heye, eger îro gerîla –xweda neke- li axa başûrê welatê me derkeve, ne dûre ku di çend rojan de dewleta dagirker a tirk bi tevahî hêza xwe ya faşîzan, bi tankên xwe derbasî nava Kerkûk û Silêmanî bibe. Ji bo wê jî pêşniyara me ew e ku, yên ku wek dewletên dagirker difikrin û diaxivin êdî an bila neaxivin an jî bila kerema xwe biçin cem dagirkeran biaxivin û li cem wan bi wan re bijîn!

Qasim ENGÎN

Post Views: 68
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.