Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Edî dem hatiye ku gel çarenûsa xwe diyar bike

19/06/2018
in ROJEV
A A
Edî dem hatiye ku gel çarenûsa xwe diyar bike
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico li ser pêşketinên dawîn ên leşkerî û siyasî, bandora wan a li ser kurdên Êzidî, û sekin û helwesta kurdên Êzidî nirxand.
Rîham Hico di destpêka nirxandinên xwe de bal kişand ser tecîrda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Dewlata tirk ya dagirker bi girankirina tecrîda ya li ser Rêberê me wê encam negere û nikare me û Rêberê me ji hev biqetîne. Rêber Apo ji bo hemû civakên bindest ronahî ye û rêberê gelê bindest e. Ji bo me jî Rêber Apo hebûn e.”
Rîham derbarê planên dewleta tirk yên li ser Îmraliyê de jî wiha got “Armanca dewleta tirk ya ji tecrîdê ew e ku me ji fikir û felsefeya Rêberê me dûr bike. Çawa ku dewleta tirk bi pêkanîna komploya 1999’de bi ser neket wê vê carê jî bi ser nekeve.”
Rîham Hico li ser wateya azadiya Ocalan û girîngiya wê ya ji bo civaka Êzîdî wiha got “Em jî weke civaka Êzidî ku me bi fikir û ramanên Rêbertî xwe perwerde û nas kiriye em weke gelê Êzidî tecrîda li ser Rêber Apo tecrîde li ser xwe dibînin. Em baş dizanin ku dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi hevkariya dewleta tirk, Erdoxan û bi destê DAÎŞ’ê hat kirin şervanên PKK’ê ew vala derxistin û ji bo me şer kirin. Ji ber vê fêdekariya PKK’ê ku bi felsefeya rêber Apo hat kirin em jî vê felsefeyê wekî felsefeya jiyana xwe dibînin.”
Rîham Hico êrîşên dewleta tirk yê li ser başurê Kurdîstan û gefên wê yên li ser Şengalê nirxand û got: “Her dem dewleta tirk di dirokê de êrîş li ser deskeftiyên gelan û bi taybetî jî gelê kurd pêk anîye û xwestiye wan ji çanda wan ola wan dûr bixe û têxe bin destê xwe. Çewa bi hebûna DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê û Efrînê kirin niha jî êrîşî xaka başûrê Kurdîstanê dike. Li ber çavê her kesî êrîşî xweza, cîh û warên sivîlan tê kirin. Armanç dagirkirin e, axa xwe zêde kirine. Ev êrîşên dewleta tirk nîşaneya ber bi têk çuyin û hilweşandina dewleta tirk e.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.