Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

LI SÛRIYÊ XEYALÊN KU VALA DERKETİN

27/11/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana sedsalê xeyalên Erdogan têk bir, îro jî li Efrînê Berxwedana Serdemê
Share on FacebookShare on Twitter

Ednan MUSTAFA

Em êdî ku bi dawiya sala 2020’an ve diçin di Rojhilata Navîn ku navenda wê Sûriye ye gelek pêşketin çêbûn. Ji niha ve bi temamî sal nirxandin bêguman dê hinek zû be. Lê nayê wê wateyî ku bûyerên qewimî ne jibîrkirin û ji wan dersan dernexin. Ji van bûyeran ên herî berbiçav şewba Kovîd-19 a ku li ser hemû cîhanê bandor kiriye. Ev şewb çewa li ser tevahiya cîhanê bandora xwe kiribe, ewqas jî li ser Sûrî û Rojava jî kir û hêj jî dike. Her çiqas ev şewb biyolojîk û bûye sedema nexweşîna hawirdorê jî di rastiya xwe de rûyê hovane ya qapîtalîzmê nîşan dide.

Bi vê şewbê re li Sûriye û Rojava, ji ber şewbên cûda ku mayînde bûye komên çete yên girêdayên dewletên dagirker jî bi vîrûsa Kovîd-19 re hemwext bandora xwe dewam dikin. Li heremên wekê Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî û hwd bandoriya xwe didomîn in.

Bi taybetî dema Idlib û Efrîn were bidest girtin dîsa heman pirsgirêk dewam dikin. Bêguman divê bi awayek cuda li van pirsgirêkan bidest bigire. Di serî de Idlib û Efrîn hemû cihên ku di bin dagiriya Tirk de ne, gotin di cih de be cihên herî xeter ên vê erdnigarî û cîhanê ne. Gelek komên terorîst ên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine di vê erdnigariyê de kok dane. Di aliyê din de jî yê herî zêde van komên terorîst di hêla madî û manewî de piştgirî dikin û xwedî dikin yek ji dewletan Tirkiye ye. Ne tenê li Rojava û Sûriyê, ev her dû insûr an go Tirkiye û çeteyên aîdê wan, li ku derê cîhanê dibin bila bibin mirov, kevir, ax û ava wir mahkûmê jiyanekê îflah nabe re rû bi rû dimînin. Heta di bihûştê de bin jî dikarin wir bizivirînin cahnimê.

Tirkiye ji bo di vê erdnigariyê de bimîne gelek pêngav û hewildanan kir. Vê artêşa çeteyan a ku li van qadan ava kir şande cihên wek e Libya û Karabaxê, her çiqas xwestibe di hêla siyasî û leşkerî de mudaxilê wan deran bibe jî armanca wê ya esasî hakimiyeta xwe ya cihên ku li Sûriyê dagir kiriye saxlem bike ye.

Li kêleka vê pêngava Idlibê her tim ji bo tirkan hemleya pêşî bûye. Wisa xuyaye ku ji vê siyaseta xwe ya xapînok kêm be jî encamek girtiye. Ger em wek mînak nîşan bidin, di vê demên dawî de çewa ku di ragihandina xwe de jî bi awayek pirolekirî nîşan didin, tê gotin ku çend noqteyên çavdêrî ya li ser riya M-5 a riya navneteweyî vala kirine. Evya bêguman di rayagiştî ya cîhanê de nîşandana rûyekê xwe bû, rûyê din jî bi hêzên  ku ji derve ve teqwiya hatine, van hêzên ji van noqteyên ku vala kirine şandine navenda Idlib û Efrînê  û van deran saxlamtir bike.

Li Idlibê koma herî mezin û bi bandor Partiya Tirkmen e. Ev partî herî dawî ku ji aliyê Amerîka ve ji lîsteya terorê hat derxistin ve, bi riya Tirkiyeyê dixwaze meşrutiyeta xwe bidest bixe. Tirkiye jî van komên di heremên hatine dagirkirin, van koman li gor xwe hinek ji wan wek terorîstên har, qismek ji wan nerm, hinek ji wan jî wek şaxek leşkerî û siyasî ya girêdayê muxalifan nîşan bide. Armanca wan a li vir ewe ku qadên xwe yên dagir kiriye meşrûyet qezanc bike, hevsengiya wê ava bike û vê heremî wek amûrekê bazariyê ya ku dê demên pêş de di navbêra wan û DYA û Rûsya de bi kar bîne.

Rûyê buyerên qewimîne aliyê wê ya tên xûya ku wisa ye, ya din jî rewşên ku ne li bendê, îhtîmala rewşên neyinî biqewimin hene. Encamên hilbijartinê yê li Amerîka pêk hat, Rûsya di Sûriyê de tevahî nînbe jî hin deskeftiyan bidest xistin, wekê berê pêdiviya wê bi tirkan nemaye, Amerîka û Rûsya ku di Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî (NY) li gor biryara madeya 2254’emîn lihev kirine, îhtîmala ku polîtîkayên tirkan vala derbixe heye. Ev madeya ku DYE û Rûsya li serî lihev kirine naveroka wê ewe ku çareseriya di Sûriyê de bê ava kirin ne bi rêbazên çek û leşkerî bi riya diyalogê ava bikin e.

Tirkiye ku di dimên dawî de ji ber pirsgirêkên siyaset û qrîza aborî ya navxweyî, wek e berê ji polîtîkayên xwe yên êrîşkar re piştgirî nabîne. Ya dawî û yê herî girîng jî di serî de Kurd hemû gelên di nava civaka Bakur-Rojhilatê Sûriyê de armanc û rûyê rastî ya Tirkiyeyê dîtin. Berxwedaniya li hemberê êrîşên dagirkeriyê hatî dayîn, hemû rûpoşên (maske) li ser polîtîkayên Tirkiye ya di Sûriyê de daxist.

Tirkiye ku di her planên xwe yên dagirkirinê de slogan û propagandayên wekê “Em aştiyê tînin, azad dikin, ji bo aramiya gelan” bikar tîne rastiya di bin van gotinan de ji aliyê gelên vê cografyayê ve baş hatiye fêmkirin. Di bin plansaziya dagirkeriya Tirkan a ku tu sedemekê wan a însanî nîne, polîtîkayên xwe gihandina axa Osmaniyan û sînorên wê berfirehkirin deşifre bûye û vala derketiye.

 

                                                                                   

                                                                                   

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.