Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ku 3’ê Hezîranê ji nû ve dest pê kir, şervanên QSD’ê berê xwe dan bajarokê Dişîşa û gundên li derdora wê. Bajarokê Dişîşa li başûrê Hesekê cihê herî dawî ye ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkirin. Şervanan bajarokê Dişîşa bi temamî ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kirin.
Şervanên QSD’ê piştî şerekî dijwar herêmek ji 8 kîllometreçargoşeyî ji çeteyên DAÎŞ’ê paqijkirin û xwe gihandin nava bajarokê Dişîşayê.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ku 3’ê Hezîranê ji nû ve dest pê kir, şervanên QSD’ê berê xwe dan bajarokê Dişîşa û gundên li derdora wê.
Şervanan bajarokê Dişîşa bi temamî ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kirin.
Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ketin nava bajarokê Dişîşa şerekî dijwar dest pê kir. Gelek sivîlên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, hatin rizgarkirin.
Bajarokê Dişîşa li başûrê Hesekê cihê herî dawî ye ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkirin.
Şervanên QSD’ê piştî rizgarkirin bajarok dest bi paqijkirina herêmê ji mayin û bermahiyên çeteyan kirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê piştî ku li Sûriye û Iraqê derbên giran xwar û têk çû, Dişîşa ji bo xwe weke baregehekê bi kar dianîn û gelek serçete lê bûn. Dişîşa li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê weke navendeke girîng a DAÎŞ’ê bû.