HDP mîtîngên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê didomîne. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Cizîrê beşdarî mîntîngê bû.
Temellî di mîtînga Cizîrê de axivî û got, “Ew ê ev dewran çep bizivire. Em werin ba hev. Heke HDP di 24’ê Hezîranê de bi ser bikeve, ew ê pêşiya Tirkiyê were vekirin.”
Bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Cizîrê mîtîng hate lidarxistin. Ji Şirnexê û hemû navçeyên derdorê, bi deh hezara beşdarî mîtîngê bûn.
Temellî di mîtîngê de got, “Di 24’ê Hezîranê de em ê ji vê desthilatdariyê pak bibin. Em ê di 24’ê Hezîranê de dawiya vê pergala zilmê bînin.
AKP her demê dijminatiya HDP’ê kir. Di meha Remezanê de jî nefreta xwe domandin. Herî dawî li Pirsûsê provakasyon kirin. Ji ber vê provakasyona wan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Her kes dizane ku ev bûyer çawa pêk hatiye, lê Erdogan HDP sûcdar kir. Ew baş dizanin ku li nexweşxaneyê çi bûye. Lê dixwazin mirovan bixapînin.
Ma li ku derê hatiye dîtin ku bi çekan xebata hilbijartinê hatiye kirin. Em jî diçin serdana esnafan. Carinan bi destê me nagirin û me rexne dikin. Em dibêjn serçavan û em ji wê derê derdikevin. Lê ev kes bi çekan guleyan li dikanê direşînin. Ev tişt divê di demeke kurt de derkeve holê. Divê sûcdar werin girtin. Beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê û 7’ê Hezîranê jî bi heman lîstikan derdikevin pêşiya me. Me ew roj ji bîr nekirin. Kesên ku tehamulî encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê nekirin, komkujiya Pirsûsê kirin. Niha jî bi senaryoya Qendîlê derketine holê. AKP dizane ku bi senaryoyên şer dikare li ser pêyan bimîne.
Êdî demê zivirîna vê çerxê hatiye. Êdî dema wê hatiye ku ev welat ji vê hişmendiyê rizgar bibe. Eger HDP bi hêz di 24’ê Hezîranê de biçe parlemetoyê, wê pêşiya Tirkiyê vebe. Li Amedê gotibûn ‘Pirsgirêka Kurd nîne’ Heta pirsa Kurd çareser nebe, ti pirsgirêk çareser nabe. Werin em mil bidin milên hev welatê xwe demokratîk bikin.
Ji bo hilbijartinê demek pir kin maye. Em ê bi hev re xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em ê deng bikar bînin û nevegerin malê, xwedî li dengê xwe jî derbikevin. Em ê vê lîstika qirêj bi hev re xirabikin. Em ê bi teqez bi serkevin. Wê demokrasî bi ser keve. Ji bo wê dengek ji bo Demîrtaş yek ji bo HDP’ê.”