Hat ragihandin ku 30 pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan, ji ber ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk derketine, hatine girtin. Hat gotin ku di nava pêşmergeyên hatine girtin de payebilind jî hene.
Li gorî zanyariyên çavkaniyek taybet ê li Hewlêrê, di nava Wezareta Pêşmergeyan de, 30 pêşmerge li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser Başûr dimeşîne nerazîbûn nîşan dane.
Çavkanî ragihand ku li ser vê yekê 30 pêşmerge hatine girtin. Heman çavkanî diyar kir ku di nava van pêşmergeyan de yên payebilind jî hene…ROJNEWS