Ji bo ku Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş karibe tevlî hin mîtîngan bibe, serlêdan hatibû kirin. Desteya hilbijartinê ev daxwaz qebûl kir. HDP’ê serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê û li Wezaretê da.Ji bo ku namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş karibe tevlî mîtîngên li Stenbol, Dîlok, Îzmîr û Mêrdînê bibe serlêdan hatibû kirin. Ev serlêdan ji aliyê lijneyên hilbijartinê hatin qebûlkirin.
Ji bo ku Demîrtaş karibe tevlî van mîtîngan bibe serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê û li Wezareta Edaletê hate dayîn.Di daxwaznameyan de ev tişt hate gotin: “Ji bo ku Selaheddçn Demîrtaş karibe bi xwe tevlî mîtîngên li Stenbol, Dîlok, Îzmîr û Mêrdînê bibe serlêdan hatiye kirin. Heke biryara we berevajî be em dixwazin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî mîtîngê bibe û nivîs ji cihê pêwist re were şandin.”






