Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîş li ser tevahî Kurdistanê ye

15/06/2018
in ROJEV
A A
Êrîş li ser tevahî Kurdistanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

PYD‘ê destdirêjiya li ser Başûrê Kurdistanê wekî destdirêjiya li ser tevahî gelê Iraq û Kurdistanê bi navê kir û bang li partiyên Kurd kir ku demildest kongreya netewî ya Kurdistanê li dar bixin.
Partiya Yekîtiya Demokraîtk PYD’ê têkildarî gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û bang li tevahî partiyên Kurdistanî kir ku demildest Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dar bixin.
Daxuyanî wiha ye:
Êrîşên Tirkiyê li dijî Başûrê Kurdistanê û israra rêjîma Tirkiyê ya mayîna li wan herêman binpêkirineka serweriya xaka welatekî din û binpêkirina qanûnên navnetewî ye.
Tirkiye bi pergala xwe û siyasetên xwe yên qirkirin û inkarkirina gelê Kurd bingeha hemû krîzên Rojhilata Navîn e. Di heman demê de ew bi xwe jî di qeyranekê de ye û nikare derbas bike. Aloziya siyasî û rewşa awarte ketiye sala xwe ya 3‘yemîn de. Dewleta Tirkiyê ji hemû beşên civakî, jin û ciwan, akademisyen, leşker, dadwer, mamoste, rojnamevan, hiqûqnas girtine. Yên ku li dijî fermanên wan derdikevin weke teror tên bi nav kirin. Bi rastî Tirkiye veguherî ye girtîgeheke mezin. Şansê mayîna hikumeta AKP’ê li ser desthilatiyê pir kêm e.
Erdogan bi kuştin û rûxandinê, bi hêncetên ne di cih de dixwaze xewna xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi cih bîne, bala gelê Tirkiyê ji krîza hundirîn bikşîne ser derve û serkeftina xwe ya di hilbijartinên 24‘ê Hezîranê misoger bike. Heger niha çavê wê li Başûrê Kurdistanê ye paşê dê berê xwe bide herêmên Iraqê.
Wekî Meclîsa Giştî ya PYD‘ê em dijminahiya dagirkeriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û wekî dijminahiyeke li ser tevahî Iraq û Kurdistanê dibînin. Mebesta Tirkiyê ne tenê Qendîle lê belê dagirkirina Zaxo, Hewlerê, Şengal û Nînowa ye jî.
Em bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê dikin li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê erka xwe bi cih bînin.
Em bang li tevahî partiyên Kurd û Kurdistanî yên li Sûriyê, Iraq, Tikriyê û Îranê dikin ku ji bo lidarxistina kongreya Netewî ya Kurdistanê bixebitin. Lidarxistina kongreyê êdî pêwîstiyeke.
Em bang li hemû hêz, partiyên niştimanî û demokratîk ên Iraq û Sûriyê dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.