Tevgera Civaka Demokratîk bi civînekê pêşketinên dawî ji şêniyên gundên Ehdas ê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê re nirxand. Di civînê de hate gotin ku berxwedana Efrînê ruyê rast yên her kesî eşkere kir.
Tevgera Civaka Demokratîk bi armanca nirxandina pêşketinên dawî, civînek li gundê Ehdas ê navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê re lidarxisitn. Bi dehan şêniyên gund û welatiyên Efrînê di civînê de amade bûn.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Hesen Koçer di civînê de axivî û diyar kir ku aloziya Sûriyê bi çek û destwerdana derve nayê çareser kirin, çareserî bi riya hevdîtinên aliyên Sûrî wê pêk were.
Hesen Koçber bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya di derbarê rewşa Efrîniyên li Şehbayê got, “Civaka navdewletî derbarê rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê hê jî bêdeng in, komployên dagirkeran ên li dijî gelê Efrînê hê berdewam e. Berxwedana Efrînê ruyeê rast yên her dewletekê eşkere kir.”
Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê, YPG û YPJ‘ê bi dawî bû…ANHA