40 wênesazên ji Efrînê ku niha li Şehba dimînin, li ser kaxizeke spî fikrên xwe û rastiya bûyerên di 58 rojên berxwedana Efrînê de dîtîn û jiyana zehmet a li Şehba rave kirin.
Komeke wênesaz, (ên ji kantona Efrînê ya dagîrkirî koçî kantona Şehbayê bûyîn) bi hunera xwe dengê xwe kirin yek, da peyama xwe ji civaka navneteweyî re ragihînin.
Komîna Wênesaziyê bi koordîneya Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide pêşangeha şêwekariyê li dar bixe. Durişma wê “Efrîn gazî me dike… Qîrîna Sûriyê ye” ye.
Armanc ji vekirina pêşangehê ew e ku peyama şêniyên Efrînê bi hunerê bigihînin raya giştî. Meclisa Sûriya Demokratîk li vî hizirî xwedî derket û bi Komîna Wênesaziyê re koordîne kir.
Niha di komînê de 34 wênesaz û 6 şêwekar hene. Temenê wan di navbera 10-60î de ye. Dixwazin hest û ramanên xwe bi hunerê rave bikin. Komîn li navçeya Ehdes a kantona Şehba ye. Ji ber belavbûna vîrûsa korona, beşdarên pêşangehê li ser 3 koman hatin dabeşkirin. Bi dorê nobedariyê dikin.
Beşdaran bi gelek cureyên hunera wênesazî û şêwekariyê êşa gelên Sûriyê û sûcên ku di dirêjayiya salên aloziyê de hatîn kirin û hê dibin, radixin ber çavan.
Li gorî berpirsên pêşangehê, pêşangeh wê heta bidawîkirina tabolyan bidome yanî wê piştî derdora mehekê bi dawî bibe.
Têkildarî mijarê endama rêveber a Komîna Wênesaziyê Sebah Elî got, “Em bi hewl didin ji cîhanê re êşa gelên Sûriyê, nexasim li Efrînê bigihînin cîhanê. Di pêşangehê de gelek cureyên hunerî hatine bikaranîn ên razber, rastbîn, derbirîn û gelek cureyên din. Em dixwazin peyamekê girêdayî rewşa Efrîn û Sûriyê bigihînin cîhanê.”
Endamê rêveber ê Komîna Wênesazî, Erdelan Îbrahîm jî got, “Şer bi awayekî neyînî bandor li civakê kir, bi taybetî li zarokan. Ji ber wê me dît ku pêwîst e em ji vê derûniya şkestî xilas bibin, heta ku em hinekî dereng jî man. Li ser vî bingehê me komîna wênesaziyê vekir û me rê da her kesê dixwaze bi tabloya xwe tevlî pêşangehê bibe. Beşdarê pêşangehê hestên xwe bi rêya rîşa xwe li ser tabloyeke spî rave dike û li rex welatiyan li ber xwe didin.”