Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîn li dijî dagirkeriyê meşiya

14/06/2018
in NÛÇE
A A
Efrîn li dijî dagirkeriyê meşiya
Share on FacebookShare on Twitter

Bi hezaran welatiyên Efrînê, bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirk ya li dijî Efrînê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê, li kantona Şehbayê meşek girseyî lidarxistin.
Bi hezaran welatiyên Efrînê yên ji cih û warên xwe koç kirin û li Şehba bi cih bûne, bi armanca dagirkeriya li ser Efrînê şermezar bike meşek girseyî pêk anî. Çalakî bi dirûşma “Ji bêdengiya cîhanê re na, serkeftin a gelê Efrînê ye” pêk hat. Di meşê de bi hezaran welatiyên Efrîniyên yên li kampên kantona Şehbayê bicih bûne amade bûn. Welatiyên ku li ber Navenda Heyva Sor a Kurd dest bi meşê kirin, ber bi Qada Ehrezê ve çûn. Di meşê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî berxwedana serdemê’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

‘BÊDENGIYA CÎHANÊ ŞERMEZAR KIRIN’

Meşa efrîniyan li Qada Ehrezê veguherî mîtîngê. Li ser navê girseyê endama Meclisa Kantona Şehbayê Henan Osman daxuyanî xwend. Osman, dagirkeriya Tirk şermezar kir. Osman, bêdengiya qada navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê jî bi tundî şermezar kir û xwest Tirkiye dest ji dagirkirinê berde. Osman herî dawî wiha got: “Dê tu hêz nikaribe têkoşîna gelê kurd bişkîne û vîna gelê kurd teslîm bigire.”
Li ser navê Kongreya Star jî Emîne Dîngîlî axivî û diyar kir ku Erdogan û hevkarên wî wê tu carî nikarin gelê kurd ji hev qut bikin û wan têk bibin. Meşa li dijî dagirkeriyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.