Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girê Spî

14/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Pêngava 1’ê Hezîranê
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî ku li Sûrî şer destpêkir, rêveberiya heremê ji sedemên xwe yên stratejîk her dem destguhêrt.Di dawiya sala 2012an de Artêşa Azad a Suryê, Girê Spî dagirkir. Piştî demek bajêr ket destê El Nusra.
Dema ku çeteyên DAÎŞ hatin ber vê bajêrî, El-Nusra bê şer û pevçûn evder radestî wan kir.
Bi dagirkirina Girê Spî 2 kantonên rojava, Cizîr û Kobanê ji hev qût bûn.
Girê Spî, ji bo DAÎŞ cîhek herî stratejîk bû. Hemû lojîstîka wan ji vî bajarî derbasî Raqayê dibû. Li vî bajêrî bi dewleta Tirkiyê re têkilî dihatin dayin. Di vî bajarî de yên li ser Tirkiyê de dihatin derbasî nav DAÎŞ dibûn. Ev têkiliyê wan û Tirkiyê gelek caran bi belgeyan jî hat îspat kirin.
Hêzên kurdan ji bo rizgarkirina vêderê her çiqas hewldan jî, ji bo ku pêngava rizgarkirina Kobanê di rojevê de bû, demek paşve xistin.Di destpêka sala 2015an de Kobanê rizgar bû. Hêzên kurdan YPG û YPJ ji bo rizgarkirina herêma Girê Spî dest bi amadekariyek kirin. Êdî li pêşiya wan rizgarkirina Girê Spî hebû.
Di meha Gulanê de operasyona rizgarkirinê destpêkir. Hêzek ji aliyê Kantona Cizîrê, bi navê “Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo” birêket û hêzek jî ji aliyê Kantona Kobanê ve birêket
Roj bi roj pêşdiketin. DAÎŞ wundahiyên mezin dida. Di demek kurt de gundên li başûrê Girê Spî bi destxistin. Bi vê operasyonê xeta lojîstîk ya bi Reqayê ve girêdayî hat qût kirin. Roj bi roj gund dihatin rizgar kirin.
Şer û pevçûnên giran li eniya Til Tamir û çiyayê Evdilezîz derbasdibûn. Li vêder DAÎŞ gelek endamên xwe yên giranbuha wendakir û zahiyatên mezin da.Hêzên YPG û YPJê her roj 10-15 km pêşve diçûn. Li heremên bidest dixistin, bi aweyek girseyî bi coşek mezin dihatin pêşwazî kirin.Li aliyek şerdikirin û li aliyek jî, gelên heremê yên dihatin rizgarkirin, derbasî heremê biewle dikirin. Ev yek hetanî meha Hezîranê domkir.
Ewroj……Di 15ê meha Hezîranê de êdî li ber bajêr bûn. Bajêr dorpêçandin. Şer û pevçûn bi rojan dewam kir. Di germahiya şer de, gelek sivîlên bajêr terk kir û berê xwe dan sînorê Tirkiyê. Koç destpêkiribû. Ji bo ku DAÎŞ li herderî mayin bicîh kiribû û sivîlan jî wek mertal bikardanî, ketina nav bajêr biderengî ket.
Û ew roj hat di hemû ajansan de rizgarkirina Girê Spî derbasdibû.
Ew roj şervanan ji milê kobanê û ji milê Cizirê ve bi rêketibûn, hatin li qada Girê Spî gihîştin hev û peymana azadiyê dan.
Belê piştî demek dirêj êdî Girê Spî rizgar bû. Lê şopên tahrîbata DAÎŞ li her derî mabûn.
Ji bo paqijkirina van şopan û ji bo jiyanek nû dibin pêşengiya PYDê de pengavek nû destpêkir. Ji bo bajerek nû dest bixebatan kirin.Îroj……
Sazî û meclîsên sivîl hatinin avakirin. Di 22 Cotmehêde PYDê sîstema rêveberiya xweser îlankir. Meclisek ji gelên li vî bajarê dijiyan hatî avakirin. Di rêveberiya vê meclisê de 10 Ereb, 3 Kurd, 1 Ermenî, 1 Turkmen bi giştî 15 kes hebûn.Bajêr bi Kantona Kobanê ve hatî girêdan. Dîsa ji bo ewlekerî û parastina li bajêr hin hêzên sivîl hatinin rêxistinkirin. Piştî rizgarkirina bajêr bi gelek belgeyên bi destketin de, rastiya têkildariya Tirkiyê û DAÎŞê, bi awayek zelal hat îspat kirin
Kesên ku koç kiribûn êdî bajêr bi ewle didîtin û vegeriyanin bajêr.Li asumanên bajarê Girê Spî alek nû bilind dibe…. Ala YPGê.

Farûk SAKIK

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.