Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îtirafên Erdogan û rastiya Kurd

14/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îtirafên  Erdogan û  rastiya Kurd
Share on FacebookShare on Twitter

Dijberê me jî qebûl dikin kû em hêza serekene. Hemû niqaş, plansazî û stratejî li ser vê rastiyê ava dikin. Ne tenê ji bo me ji bo hemû kesî pîvana serkeftinê Amede, Wane, Şirnexe, Colemêrge… Kurd êdî vê hêza xwe û rastiya xwe dizanin. Di vê hilbijartinê de em rolek evqas sereke û girîng dilîzin. Partiyên serdest jî li gor vê realiteyê tevdigerin. Herî dawî Erdogan vê rastiyê îtiraf kir.
Êdî em ketin merheleya dawî ya hilbijartinê. Niha herkes li her deverê mitingan li darxin. Lê herî zêde mitingên Amed û yên Kurdistanê tên axaftin. Çavên herkesî li Amedê ye. Erdogan bi waweyleyek mezin hat Amedê lê dest vala vegeriya. Erdogan êdî tenê kurdan înkar nake, heqaretê li kurdan dike. Lê dizane ku ev rêbaz dê jiyana wî ya siyasî bi dawî bike. Pişt re jî namzetê Serokomariyê Muhharrem İnce hat amedê. Gel ji Erdogan zêdetir li İnce xwedî derket. Raste gelê kurd di warê siyaseta CHP’ê de bi fikare. Lê qet nebe İnce, di demekî ku Erdogan evqas înkara kurd bilind kiriye hebûna pirsgirêka kurd qebûl dike, soza mafê zimanê zikmakî dide. Kurd tenê ji bo piştgirî bidin İnce neçûn mitingê di heman demê de peyam dan Erdogan. Li nasnameya xwe xwedî derketin. Erdogan dibêje ku yên çûne mîtinga İnce hemû HDP’î ne. Derûniya AKP’ê xirabûye, nakokiyên wan kûr… Ev gotin ji bo Erdogan itirafek mezin e. Bi salane dibêjin HDP û tevgera kurd bi tehdidan deng ji kurdan distînin. Lê li gel hemû tehdîdan gelê kurd bi rûmete û li nasnameya xwe xwedî derdikeve. Erdogan jî bi vê itiraf dike ku Amed bajerek kurdewar e. Erdogan li xwe mikur hatiye û dibêje Amed navenda siyaseta azadiyê ye û vê siyasetê jî HDP temsîl dike. Erdogan bi vê gotina xwe diyar dike Amed keleya berxwedanê û navenda HDP’ê ye.
Erdogan dibêje ku agahiya “kesên ku çûne mîtinga İnce hemû HDP’î ne” ji istihbaratê stantiye. Ev jî itiratafa ku Tirkiye bûye dewleta partiyekî, bûye dewleta îstihbaratê ye. İstihbarat jî di serî de HDP û saziyên kurd ji bilî AKP’ê hemû partiyên din dişopîne. Ne tenê partiyan jî dengdaran jî dişopîne. Dengdar hatine fişkirin. HDP’ê herî dawî 6 milyon deng stand bi malbatê wan ev dike 15-20 milyon insan. Mirov dikare bêje ku li vê welatê herî kêm 50 milyon insan hatine fîşkirin. Ji 50 milyon mirovê ditirsin û dizanin ku êdî emrê wan tijî bûye û dê biçin ser dilovaniya xwe! Lê dîsa jî hesabê wan pêlistina îradeya gel e. Hemû hesabên xwe li ser dizî û desteserkirina îradeya gel çêkirine. Herî zêde jî çavên li ser dengên HDP’ê ne. Lê raya giştî jî dizane ku HDP di bin bendavê de bimîne dê Tirkiye bixeniqe. HDP di rolek evqas girîng de ye. Gelê kurd li van lîstikan haydar e. Vî gelê heya niha gelek planên qirêj vala derxist. Gelek êrişan pûçkir. Niha di vê merheleya dîrokî de gelê kurd dê rola xwe bilîze û hemû hewesên wanê qirêj dê di qirika wan de bihêle. Gelê Tirkiye jî hişyar bû ye. Hemû kes niha dizane ku êrişên li hemberê Qendîl û Mexmurê operasyonên hilbijartinê ne. Ew daxwaza wan jî ji niha ve têk çû. Her tişt amede ye, êdî tenê ew maye ku em baweriyên xwe mezin bikin, serkeftin û serfiraziyê bi hev re ava bikin. Emê li îradeya xwe, li dengê xwe xwedî derkevin û cardin di 25’ê Haziranê de emê bersivekî xurt bidin van xêrnexwazan. Ji niha ve serkeftina me pîroz be. Bi vê sedemê em cejna remezanê pîroz dikin û hêvî dikin kû cejnên me mayîn de bibin.

Tayîp TEMEL

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.