Rojnameya Ronahî

Sonda Ereban ya yeke ber bi Marsê ve hat şandin

Sonda fezayê ya Îmaratê ber bi Marse ve bi rê ket. Tê payîn ku amûra fezayî Sibata 2021’ê bigihe hedefa xwe.

Amûra fezayî ya bêmirov El Emel (Hêvî) sibeha Duşema borî ji navenda fezayî ya Japonya Tanegashîma hat şandin. Hefteya derbasbûyî ji ber rewşa hewayê ya ne baş şandina amûra fezayî du caran hatibû paşxistin.

Şandina sonda fezayî ya ber bi Marsê ve, li Îmaratê bi coş hat pêşwazîkirin. Ji birca herî bilind ya cîhanê Birc Xelîfe ya li Dûbaiyê, berî rabûna sondayê bi rengekî sembolîk ji 10’an ber bi jêrê ve hat jimartin.

Tê plankirin ku sonda di Sibata 2021’ê de bigihêje dorhêla Marsê. Ev dem jî salvegera 50’î ya yekbûna heft prensiyên Îmarat e.

Sonda wê atmosfera Gerstêrka Sor lêkolîn bike û tê payşn ku daneyên li ser guhertina klîmayê ya salekê ya li gerstêrkê bişîne.

Tê payîn ku ji Îlona 2021’ê pêve El Emal dîmenên Marsê bişîne.

Îmarat ku dewlemendê petrolê ye û bi jiyana luks tê naskirin. Hewl dide li qada teknolojiyê jî bibe aktoreke girîng û plan dike ku sedsala bê li Marsê koloniya destpêkê ya mirovan ava bike.