Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îmraliyê pêkanînên nû

14/06/2018
in ROJEV
A A
Li Îmraliyê pêkanînên nû
Share on FacebookShare on Twitter

Dadweriya Înfazê ya 1. a Bûrsayê biryareke nû da û hemû pêwendiyên nivîskî, mafê telefonê, serdana xizm û parêzeran li hemû girtiyan qedexe kir. Parêzer li ber vê biryarê rabûn, lê daxwaza wan nehat qebûlkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Xeyrî Konar û Weysî Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne biryareke nû daye. Dadweriyê ji 2’yê Adara 2018’an de biryara qedexekirina serdêran, pêwendiya bi nivîskî û axaftina bi telefonê û parêzeran û sînordarkirina belgeyên parêzeran ên di vî warî de daye.
Di daxwaza Serdozgeriyê de, ji bo 11 cezayên hucreyê yên di navbera salên 2005-2009’an de li Ocalan hatine birîn û biryara desteya dîsîplînê ya derbarê 156 rûpel nameyên wî de, wekî hinceta hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û operasyona Efrînê hatiye nîşandan.

DADWERIYA ÎNFAZÊ DAXWAZ QEBÛL KIR

Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê ku di 2’yê Adarê de daxwaza serdozgeriyê qebûl kir, di biryara xwe ev tişt gotin: “Ji ber ku li welatê me Rewşa Awarte û operasyonên li dijî rêxistinên terorî didomin, dibe ku hikumxwarin di weziyeta pêşengê rêxistina terorî yê PKK’ê de ne, ferman û talîmatan bidin rêxistinên terorî. Li gorî usul û qanûna biryara qebûlkirina daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hatiye dayîn.”

PARÊZERÊN OCALAN ÎTIRAZ KIRIN
Li ser vê biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê, parêzerên Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê îtiraz kirin. Parêzeran di îtirazê de destnîşan kir ku ev biryar bi her awayî li dijî hiqûqê ye û xwestin ev derhiqûqî ji holê bê rakirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê îtiraza parêzeran red kir. Dadgehê biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê bi vî awayî sererast kir: “Heta 6 mehan qedexekirina qebûlkirina dîdaran, heta 3 mehan sînordarkirina pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê re, heta 6 mehan qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re û heta 3 mehan sînordarkirina belgeyên wê parêzer bidin.” Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê bi vî awayî biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê erê kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.