Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di civîna HDP’ê de axivî û wiha got; “Em mizgîniya çûyîna AKP’ê û hatina HDP’ê didin we.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li navçeya Seyhan a Edeneyê li Muzîkhola Şîrîn civîna jinan li dar xist.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xitabî hezaran kesan kir û polîtîkayên AKP’ê yên li dijî gelê Kurd û yên li dijî Demîrtaş rexne kir.
Buldan, polîtîkaya darvekirinê rexne kir û anî ziman ku hişmendiya Erdogan ji ya Îranê ne cûdatir e û wiha got: “Dîroka Tirkiyê dîroka darvekirinê ye. Denîz Gezmîş, Seyid Riza darve kirin. Serokwezîrê xwe Adnan Menderes darve kirin. Niha jî dixwazin destê Demirtaş wekî destbixwîn bidin nîşandan. Destê wî destê gulan û destê aştiyê ye. Gelê me wê di 24’ê Heziranê de li ser sindoqê hesab bipirse.”